STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulana 2019 û 7-18’ê hezîrana 2019 û di 7’ê tebaxa 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin.
Parêzeran ji 7’ê tebaxê û şûnde 77 caran serlêdan kirine û tu bersîv negirtin.