Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê

  • rojane
  • 19:34 5 Hezîran 2020
  • |
img
 
AMED - Ji bo kesên ku di êrîşa bombeyî ya li mitînga 5’ê Hezîrana 2015’an a HDP’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê û Înîsiyatifa Malbatên 5’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê kesên ku di êrîşa DAIŞ'ê ya li mîtînga “Mirovahiya Mezin” a di 5’ê Hezîrana 2015’an de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endam û rêveberên DBP, ESP, MEBYA-DER, OHD, TJA, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û brîndar bûbûn beşdar bûn.
 
‘NIKARIN HÊVIYÊN ME YÊN AZADIYÊ BIQEDÎNIN’
 
Destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan komkujiya 5’ê Hezîranê, Pirsûs û 10’ê Cotmehê bibîrxist û wiha got: “Di oxira aşitî û azadiyê de bi sedan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Em hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Ev qetlîam li hember gelê kurd û dostên wan hatin kirin. Ji wê demê heta niha li ser me êrîşên qirkirina siyasî, yên kuştinê, tunekirinê berdewam dikin.” Ceylan, da zanîn ku çawa di sala 1994’an de destdanîn li ser vîna gelê kurd û avêtin zindanê duh jî bi heman şiklî dest danîn ser vîna gelê kurd û avêtin zindanê û wiha bi axivî: “Çi bi dest xistin. Ne karîn kurdan, ne HDP’ê, ne hêviyên me yên azadiyê ne jî heviyên me yên aşitiyê biqedînin. Têkoşîna me her ku diçe bilindtir dibe. Şehîdên me wê bibin hîmê bingeha azadiyê û aşitiyeke bi rûmet.”
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
 
Pişt re Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî anî ziman ku beriya 5 salan bi hezaran kesî edalet, aşitî, azadî û wekhevî qîrkirin û wiha got: “Li vê derê 2 bombe teqiyan. 5 canên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Bandora wê bombeye hêj didome. Hêj dixwazin stranên me yên azadiyê bêdeng bikin. Em bêdeng nabin, îtaat nakin û serî natewînin.”
 
‘PERDEYA ARA WAN ÇIRIYA YE’
 
Dûre Parlementerê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy jî anî ziman ku hişmendiya komkujiya 5’ê Hezîranê didome û wiha got: “Di encama vê hişmendiyê êrîş derketin asta herî jor. Ew komkujiya li vê derê çêbûyî fîşeka îşaretê ya pêvajoyekê bû. Zilm û heqareta ku nekirî nema. Tenê êrîşî saxan nakin êrîşî mirîyan û goran jî dikin. Perdeya ara wan çiriya ye. Hişmendiyeke faşîst a ku êrîşî her tiştê bi navê kurd dikinin. Ji bo ku pirsgirêka kurd me çareser nekir mirov dimirin. Ev yek berpirsyariya me ye. Kesên ku cesareta wan neyî ji bo desthilatdariya xwe mirovan dikin qurban.”
 
‘EM Ê NIRXÊN KU WAN BAWER DIKIRIN BIGIHÎNIN AZADIYÊ’
 
Ozsoy, bibîr xist ku di salên 90’î de di nava Amedê de mirov dihatin kuştin û wiha berdewam kir: “Li vê derê derdiketin nêçîra mirovan, hêj laşê wan li holê de nîne. Li Nisêbînê di şikeftekê de hestiyên 40 mirovan hat dîtin. Li Tirkiyê nebû nûçe jî. Çapemenî bûye makîneya propagandayê ya Erdogan. Bila bikujin, bila êrîşî goristanan bikin lê bila vê baş bikin hişê xwe de em li vê derê ne tu dera ve naçin. Ev bi girtina parlementerên me dest bi amadekariya hilbijartinê dikin. Em ê berxwe bidin. Ji bo ku em layikî bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dayî û birîndar bûyî bibin, em ê nirxên ku wan bawer dikir bigihînin azadiyê.”
 
JI BO PÊŞEROJEKE AZAD WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Herî dawî alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê serî natewînin, wê li ber xwe bidin û got: “Em li hemberî bîranîna şehîdên xwe soz didin ku heta pêşerojeke azad û wekhev têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Piştî axaftinan beşdarvanan dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin. Di dawiya bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn cihê ku bûyer lê qewimîbû. 

Sernavên din

06/06/2020
15:00 Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
14:53 Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne
14:41 Operasyona QSD'ê ya li diji DAIŞ'ê didome
14:13 Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandin
Zarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin
13:38 Girtiyê nexweş bi nivînan ve kelemçekirî kemoterapî kirine
13:37 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin
13:33 Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn
13:32 Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin
13:19 Şivanê ciwan di Çemê Zilanê de xeniqî
13:04 'Leyla Guven remza berxewdana jinan e'
12:34 Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin
12:20 HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
12:01 Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye
11:35 Li Îzmîrê dengek hevpar: Em bi hev rê têbikoşin
11:34 Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok
11:33 Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye
09:53 Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye
09:44 Polîsan 10 kes li Edeneyê binçav kirin
09:39 Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin
09:30 Nivîskar Hamît Dilbahar serbest berdan
09:11 Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin
09:10 Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e
09:10 Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin
09:06 ‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e'
09:06 ‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Li Rihayê çalakî qedexe kirin
08:00 Jinek li Bagcilarê kuştin
07:47 Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin
05/06/2020
22:10 Berberoglû yê CHP'î hat berdan
21:42 Li Meletiyê erd hejiya
21:33 Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim
19:57 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:52 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em ê bitêkoşin heta dawiyê
19:34 Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê
16:04 'Em li dijî talankirinê xwezayê hembêz bikin'
15:43 Muxalefeta Çep: Em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin rawest e
15:00 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:55 Li gelek bajaran 'darbe' şermezar kirin: Berxwedan jiyan e
14:54 Mahmut Alinak: Tarî zêdetir dibe
14:16 Li Semsûrê 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Nûçegîhanê MA'yê ji ber nûçe çêkir li wî lêpirsîn vekirin
13:45 Dayika du zarokan li nava kolanê hat kuştin
13:26 Baroyên herêmê berteka hevpar nîşan dan: Em qebûl nakin
13:08 Ji HDK'ê peyama Roja Derdorê ya Cîhanê: Ji xeynî berxwedanê çare nîne
12:49 KESK: Îqtîdar vîna welatiyan binpê dike
12:47 Hiqûqzan: Li benda AYM’ê nesekinîn, biryar cudakariye
12:37 Polîsan li Amedê piştî daxuyaniyê êrîşi girsê kir
12:26 Kesek li Cizîrê hat binçavkirin
12:23 Piştî operasyonê herêm hat qedexekirin
12:20 TJA: Leyla Guven vîna jinan e
12:15 Waniyan: Ma eve vîna sindoqan?
11:51 Zarokê 14 salî di Çemê Êlihê de xeniqî
11:43 An wekîlên Kurd digirin anjî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran digirin
11:42 Li Meclîsê li dijî darbeya 3’yemîn meşiyan: Em ê çok ne danîn erdê
11:40 DFG: 105 rojnameger girtî ne
10:25 ‘Walîtî dixwaze ser îşkenceyê binuximîne, lê delîl di destê me de hene’
10:09 Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune
10:00 Parêzeran bertek nîşan da: Dixwazin baroyên spî ava bikin
09:08 Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin serî li xeta îxbarê dane
09:07 Hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin
09:06 Li ber avahiya HDP'ê rûnişt li şaredariyê dest bi kar kir
09:05 Bi qenala 60 sal berê avdaniyê dike
09:00 ROJEVA 5'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:24 Dê li 15 bajaran derketina derve qedexe bikin
07:53 Aydenîz: DAIŞ'ê diparezin, lê demokrasiyê naparêzin
00:24 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin girtin
00:13 Wekîlê CHPê Enîs Berberoglu hat girtin
04/06/2020
23:06 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Guven binçav kirin
22:12 Wekilê HDP'ê Farisogullari binçav kirin
20:44 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 630
19:03 DBP: AKP-MHP'ê careke din piştrast kir ku lingê siyasî yê FETO'yê ne
18:44 Meclîsa Jina ya HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye
16:57 'Li Meclisê darbe heye'
16:47 Li Giyadînê jinek bi awayek gumanbar mir
16:35 KCD: Vîna gel nayê darizandin
16:23 Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin
16:01 Meclîsê parlamenteriya Leyla Guven xist
Leyla Guven: Berxwedan Jiyane
15:28 'Jimartina eskerî' li ser Girtîgeha Kirşehîrê ferz dikin
15:00 Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
14:43 Rêxistinên elewiyan tundiya polîsan şermezar kirin
14:20 M.E.C: Ez tazî kirim û bi copan îşkence kirin
14:12 Endam û rêveberên BTS’ê li Enqereyê ne: Em sirgûnan qebûl nakin
13:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:39 Komên çekdar bav û 3 kur kuştin
13:33 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatibûn veşartin gilî hat kirin
13:25 Li Amedê hejmara nexweşên şewba coronayê zêde bûye
12:49 QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyon pêk anî
12:03 Yenî Yaşam di 8'ê hezîranê de dîsa li bayiyan e
11:52 Qarantînaya li Weysel Qeranî bi dawî bû
11:45 Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
11:28 Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî