WAN - Şivanê ciwanê Ferhat Oner ê li Geliyê Zîlanê di avê werbû, di avê de xeniqî.
Li Taxa Kasimbagi ya Navçeya Erdîşê şevanê ciwanê Ferhat Oner ê di ava Geliyê Zîlanê werbû, di avê de xeniqî. Oner duh dema pezê xwe diçêrand, şemitî avê û di ava Geliyê Zîlan de xeniqî. Cenazeyê Oner di saetên êvarî de hat dîtin. Yekîneyên AFAD û esker çûn cihê bûyerê û cenazeyê Oner ji avê derxistin. Cenazeyê Oner ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.