Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne

  • rojane
  • 14:53 6 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên 26 sal berê hatin kuştin pirsîn. Hevjîna Buldan Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Daxwaza me edalet e, cezakirina kujeran e û bi rastiyê re rûbirû bûne.”

Dayikê Şemiyê ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran di hefteya 793’yemîn de ji ber koronayê li ser hesabên xwe yên medya civakî çalaki li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê kujerên karsazên kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên di 3’ê hezîrana 1994’an de di binçavan de hatin qetilkirin pirsîn û edaletê xwestin.
 
Malbatên her sê qûrbaniyan jî beşdarî çalakiyê bûn.
 
BÛLDAN: DAXWAZA ME EDALET E
 
Ewilî hevjîna Savaş Bûldan ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ye Pervîn Bûldan axivî û behsa pêvajoya binçavkirina hevjînê xwe Savaş Bûldan û yên pê re kir û got: “26 sal bi ser qetilkirinê re derbas bû û hêj kujer nehatine cezakirin. B isalane em dixwazin kujer werin dîtin û darizandin û cezakirin, lê tevî vê yekê jî kujer di nav me de digerin. Kujer ji aliyê dewletê ve hatin parastin û nehatin cezakirin. Lê tevî ku 26 sal bi ser re derbas bûye jî em têkoşîna xwe edaletê didomînin. Qûrbaniyên hatin windakirin û qetilkirin ên salên 90î rastiya Tirkiyê ye. Ji bo li ser navê bi raboriya rê hevrûbûn çêbe, divê teqez li Tirkiyê komîsyonek were avakirin. Divê qatil werin dîtin û darizandin û cezakirin. Heke qatil werin dîtin û darizandin wê çaxê wê wîjdanên malbatan rehet bibin. Ji bo vê yekê daxwaza me edalet e, bi rastiyê re hevrûbûn e û qatil werin dîtin û cezakirin e. Heta ev kujer neyên darizandin em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê wek Dayikên Şemiyê ji bo Qada Galatasarayê bi israr bin.”
 
YILDIRIM: 26 SAL IN EM VÊ ÊŞÊ DIKIŞÎNIN
 
Hevjîna Adnan Yildirim, Hasîbe Yildirim jî axivî û got. “26 sal ine em vê êşê dikişînin. Heta ez bimirim jÎ ez ê vê êşê ji bîr nekim. Heta ku qatil di nav me de biçin û werin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
KARAY: EM Ê LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOMÎNIN
 
Kurê Haci Karay, Enes Karay jî got: “Bavê min û du hevalê xwe ji aliyê polîsan ve hatin revandin û qetilkirin. Bi îşkenckirinê hatin kuştin. 26 sal bi ser vê hovîtiyê de derbas bû lê bele tu kujer û berpirs nehatin darizandin û cezakirin. Em ê wek malbatên windayan û yên hatine kuştin heta edalet pêk were lêgerîna xwe bidomînin.”
 
BANGA EDALETÊ KIR
 
Piştî axaftina malbatan, daxuyaniya vê hefteyê Jiyan Tosûn a keça Fehmî Tosûn ê di 1995’an de hatin windakirin xwend û bal kişand ser kuştina karsazên kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay û qala doz û têkoşîna edaletê ya ji bo doza wan kir. Tosûn ji bo dozên windayan û yên hatine kuştin bang li dadgehê kir ku ji bo edalet û hiqûqê wezîfeya xwe bike û got ew ê heta dawiyê ji bo hemû windayan dê dest ji edaletê bernedin.

Sernavên din

09/06/2020
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin
11:50 4 kes li Mêrsînê hatin binçavkirin
11:43 Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin
11:23 WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye
11:20 Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin
11:00 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:27 Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir
10:08 Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket
09:55 Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin
09:55 Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin
09:42 Zarokê sûriyeyî qetilkirin
09:18 Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin?
09:17 Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin
09:16 27 roj in bê ceryan û av in
09:16 2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
09:08 Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn
09:07 Hem distrên hem diçinînin
09:07 Pîşesazî heye lê rê tuneye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:32 Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin
08/06/2020
21:45 Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar
20:54 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:38 Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata eskerî
19:31 Li Amedê 6 kes hatin girtin
18:54 Siyasetmedarê kurd Kiliç hat girtin
16:49 Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin
15:34 Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin
15:28 Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema
13:04 Bavê esker: Kurê min kuştin
12:43 Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest
12:20 Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da
11:49 Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir
11:40 Buldan: Deriyê me ji muxalefetê re vekirî ye
11:04 Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt
11:03 Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin
10:47 Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe
10:02 Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin
10:01 Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv Muyesser Yildiz binçav kirin
09:28 Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê
09:28 Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin
09:23 OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir
09:22 Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye
09:21 Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune
09:20 Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin
09:19 Amedî: Hîtler jî wisa nekir
09:12 Li çiyayan dem dema helhelokane
09:11 Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin
09:11 Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin
17:00 Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat
16:48 Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir
16:47 Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
14:55 KMMK'ê: Zeyneb Celaliyan bi vîrûsa koronayê ketiye
14:45 Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin
13:23 Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî
12:56 Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe
12:51 Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye
12:08 Tundiya bavê xwe teşhîr kir
12:04 Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin
11:29 Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan
11:22 7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê
10:43 Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand
10:42 Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
10:12 Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye
09:45 Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike
09:08 'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’
09:03 Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin
09:03 Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî!
09:02 Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin
09:02 Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e
09:01 Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'