AMED - Li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezanê 18 kes bi vîrusa korona ketin û ji ber vê 3 kolan kirin karantînayê.
Li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê, di kesekê de vîrûsa koronayê hat tespîtkirin. Vîrûs ji welatiyê li malê kiribûn karantînayê, belavî 18 ferdên 7 malbatan bû. Ji ber vê yekê kolanên 839,851 û 852 kirin karantînayê. Ekîbên fîlyasyon li ser vê yekê li taxê dest bi xebatên testan kirin.
Ekîbên polîs û zabiteyan ketin û derketina kolanan li welatiyan girtin.