Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in

  • rojane
  • 16:34 6 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bertekên li dijî xistina parlamaneteriya parlamenteran ku weke darbe tê binavkirinê mezin dibin. Jinên TJA’yî û HDP’î derketin kuçeyan û bal kişandin ser berxwedanê û banga “têkoşîna bi hev re” kirin.

Bertekên li dijî xistina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari didomin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên meclis û rêxistinên HDP’ê yên bajaran, bi daxuyaniyên cûda girtina parlamenteran şermezar kirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de çalakiyên rûniştinê jî pêk hatin û bangên “têkoşîna bi hev re” hatin kirin.
 
ÊLIH
 
TJA’yê ji bo girtin û xistina parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari li Rêxistina HDP’ê ya Elihê çalakî li dar xist. Aktîvîsten TJAy’ê wêneyên Guven û Farisogûllari û dowîzê “Darbe heye” hilgirtin. Aktîvîsta TJA’yê Gulnûr Delî, di çalakiyê de axaivî û diyar kir ku AKP’ê polîtîkayên xwe yên dijminane yên li dijî jin û gelê kurd didomîne û hewl dide destkeftiyên jinan hi holê rake. Delî, xistina parlamenteriya Guven û Farisogûllari jî weke darbe bi nav kir.
 
WAN
 
Li Wanê jî endamên TJA û Meclisa Jinana a HDP’ê ya Wanê, li pêşiya avahîya HDP’ê ya Wanê çalakî li dar xistin. Jinan pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” , “Berxwedan jiyan e” vekirin û wêneyên Guven û Farisogûllari hilgirtin. Heveroka HDP’ê ya Wanê Oznûr Bartin, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî kurdan polîtîkaya îtaatkirinê tê meşandin û got ku dê bêhstandina kurdan jî nayê temûlkirin. Bartin, di berdewamê de jî got ku dîroja wan bi Leylayan têje ye û bang li hikûmetê kir ku terka polîtîkayên dimeşîne kir.
 
ŞIRNEX
 
Ji aliyê Meclisa Jinan a Şirnexê û TJA’yê li navçeya Silopya ya Şirnexê jî çalakiyek lidar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Me serî netewand, em ê netewînin. Ew ê darbeker biçin, em ê biserkevin” vekirin. Parlamenter Nûran Îmîr axivî û diyar kir ku Leyla Guven ne miroveke ji rêzê ye û wiha got: “Leyla Guven bi têkoşîn û berxwedana xwe sembol e. Destên dirêjî Leyla Guven bibin dirêjî hemû jinan dibin. Em kurd tu carî serê xwe ji pêkanînên faşizm û tundiyê re danaynin.”
 
Piştî axaftinê jinan dûrişmeya “Berxwedan jiyane” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.
 
RIHA
 
Li Rihayê jî Meclisa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsê çalakî li dar xist. Jinan li gel ku xwest li derve çalakiya xwe li dar bixin jî polisan destûr neda wan û neçar man li hundir çalakî li dar bixin. Dema astengkirina polisan Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ku ji polisan re got ku her roj li welat darbe pêk tên û desthilata heyî welat wergerandiye dojehê. Polisek bersiv da van gotinên Surucu û got ku ev rewş ji bo bihuşt e. Surucu, li hundir axaftinek kir û got ku serkeftin a jinên kurd e.
 
COLEMÊRG
 
Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê jî li avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyaniyek da. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn û li ser navê wan Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Sînem Seven, axivî. Seven, diyar kir ku êrîşên zîhniyeta baviksalarî ya AKP-MHP’ê tê li pêşiya têkoşîna Leyla Guven nebin asteng.
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Edeneyê, jî bertek nîşanî xistina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû da. Çalakî, li avahiya HDP’ê ya Bajar pêk hat û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ên bajar jî piştgirî dan çalakiyê. Dema çalakiyê polisan derdora avahiyê dorpêç kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Mehmet Karakiş, diyar kir ku vî welatî û destkeftiyan radestî “desthilata nexweş” nekin û bang li muxalefet û rêxistinên sivîl dikin ku bi eniyeke hevpar a têkoşînê ber bi rêveberiya welat biçin.
 
Piştî daxuyaniyê girseyî çalakiyê rûniştinê li dar xist.
 
OSMANIYE
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Osmaniyeyê jî li avahiya xwe ya bajar, bi daxuyaniyekê xistina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû şermezar kir. Rêvebera HDP’ê ya Bajar Selda Ûygûl, bang li desthilatê kir ku ji vîna gel re rêz bigire û banga têkoşîna hevpar li aliyan kir.

Sernavên din

09/06/2020
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin
11:50 4 kes li Mêrsînê hatin binçavkirin
11:43 Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin
11:23 WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye
11:20 Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin
11:00 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:27 Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir
10:08 Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket
09:55 Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin
09:55 Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin
09:42 Zarokê sûriyeyî qetilkirin
09:18 Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin?
09:17 Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin
09:16 27 roj in bê ceryan û av in
09:16 2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
09:08 Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn
09:07 Hem distrên hem diçinînin
09:07 Pîşesazî heye lê rê tuneye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:32 Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin
08/06/2020
21:45 Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar
20:54 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:38 Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata eskerî
19:31 Li Amedê 6 kes hatin girtin
18:54 Siyasetmedarê kurd Kiliç hat girtin
16:49 Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin
15:34 Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin
15:28 Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema
13:04 Bavê esker: Kurê min kuştin
12:43 Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest
12:20 Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da
11:49 Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir
11:40 Buldan: Deriyê me ji muxalefetê re vekirî ye
11:04 Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt
11:03 Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin
10:47 Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe
10:02 Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin
10:01 Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv Muyesser Yildiz binçav kirin
09:28 Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê
09:28 Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin
09:23 OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir
09:22 Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye
09:21 Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune
09:20 Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin
09:19 Amedî: Hîtler jî wisa nekir
09:12 Li çiyayan dem dema helhelokane
09:11 Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin
09:11 Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin
17:00 Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat
16:48 Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir
16:47 Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
14:55 KMMK'ê: Zeyneb Celaliyan bi vîrûsa koronayê ketiye
14:45 Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin
13:23 Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî
12:56 Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe
12:51 Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye
12:08 Tundiya bavê xwe teşhîr kir
12:04 Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin
11:29 Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan
11:22 7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê
10:43 Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand
10:42 Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
10:12 Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye
09:45 Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike
09:08 'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’
09:03 Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin
09:03 Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî!
09:02 Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin
09:02 Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e
09:01 Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'