Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin

  • rojane
  • 12:04 7 Hezîran 2020
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya berê Nulîfer Koç  têkildarî xebatên yekîtiya neteweyî û 25 partî û tevgerên siyasî ku di bin sîwana "Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd" li hev kom bûn nirxandin kir. Koç, ji bo xebatên yekîtiyê anî iman ku gavên dîrokî tên avêtin û got: “Êdî Kurd ketina qonaxa serkeftina statû yê.” 
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya berê Nulîfer Koç, der barê hewldanên partiyên Kurdan ên ji bo yekîtiya neteweyî û êrîşên li ser gelê Kurd ji Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîhan Bîlgîn re nirxandin kir. Piştî 25 partî û tevgerên siyasî yên Rojava bi navê ‘Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd’, sîwaneke siyasî bi armanca yekkirina refa kurdî ava kirin, li dijî hewildan û xebatên avakirina yekitiyê, Tirkiye dest bi planên cuda kir. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Berê Nulîfer Koç ji bo vê gava dîrokî got: “Êdî Kurd ketina qonaxa serkeftina statû yê.” Koç der barê van êriş û Planên Tirkiyeyê de got: “Li Bakurê Kurdistanê komkujiya siyasî û çandî pêktîne ku hêzên rêxistina berxwedaniyê dikin wekî şaredarî, partiyên siyasî tasfiyê dike. Hêzên pêşeng çarçoveya daxwaza gel berxwedaniyê de pêşengtî dikin tên hedefgirtin ev jî komkujiya siyasî ye. Di girtîgehan de bi belavkirina virûsa korona re ne rizgarkirina girtiyên nexweş bi komkujiyê pêk tîne. Her wiha êdî ne tenê li dijî Kurdên zindî li dijî hestiyên Kurdan jî şer dikin. Hemû kiryar û konsepta dewleta Tirk, têkbirina Bakûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê planên ku di salên 90 de li pêşxistin niha hewldidin bibin serî. Li Başûr li gel 25 barargahên leşkeri, hema bibêje li hemû bajarên jî navendên îstîxbarata tirk hene. Bi derxistina nakokiyan di navbera hêzên Kurdan de taybet li Zînî Wertê dixwazê Kurdan beramberî hev bîne da ku binesaziya ji bo dagirkeriyê avabike. Li Rojava piştî têkbirina DAIŞ’ê siyaseta perçekirin-dagirkirin daye destpê kirin. Bi dagirkirina Efrînê destpê kir û bi Girê Spî, Serêkaniyê re berdewam kirin.”
 
‘BÊYÎ KURDAN QEYRANA SÛRIYÊ ÇARESER NABE’
 
Nulîfer Koç, destnîşan kir ku ji ber êdî deskeftiyên Kurdan hene dikarin bibin mûxatab û wiha got: “Dewleta Tirk dibînê di gûhertina Rojhilata Navîn de Kurd êdî xwedî dengin û hebûna Kurdan diyar bû ye. Berxwedaniya li dijî DAIŞ û avakirina modela demokratîk bala hemû cîhanê kişand. Îmaja Kurdan di asta cîhanê de erênî ye. Heya niha dewleta Tirk di got ‘Kurd dixwazin sînoran bigûherin’ lê çareseriya demokratîk ku Kurdan pêş xist hem Rojava hem jî çareseriya federal ya Başûrê Kurdistanê de diyar bû ku îddaya Tirkan ne rast e. Hebûna Kurdan ya diyarker ji bo dewleta Tirk pirsgirêk e. Ji ber Kurd êdî xwedî hêzin. Modela Rojava dewleta Tirk dide tirsandin. Herkesê ku pêywendiyên xwe bi krîza Sûriyê re heye neçare li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurdan muxatap bigre. Ji ber ku bê Kurd çareserî ne mimkûn e.”
 
NAKOKÎ Û TÊKILÎ BI HEVRE PÊŞ DIKEVIN
 
Nulîfer Koç, navbeynakariya hêzên ku li Rojavaye Kurdistanê ji bo pêkanîna yekitiya netewî dikin de jî wiha axivî: “Bi Kurdan re raste rast muxatapbûyîna van hêzan di aliye dîplomasî de binesaziya fermiyetê ava dike. Ev girînge. Dive em vê xûrt bikin. Ev dewlet diyare wekî sedsala 20’an yan jî destpêka salên 90’dî siyaseta ku li Başûrê Kurdistan pêk anîn nikarin li Rojava ye Kurdistanê pêk bînin. Lê di heman deme de naxwazin em daxwazên xwe jî zêde bînin ziman. Ez bawerim di hevdîtinên yekitiyê de mijara Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî di rojeve de ye. Yên ku ji bo dagirkeriyê alikarî dan dewleta Tirk niha jî ji bo yekitiyê navbenkariyê dikin. Siyaseta sedsala 21’mîn ku carna pêvçûn û carna jî lihevhatin diyar dike. Ev dewlet carna ji bo Kurdan ku argûmanê xwe bidin qebûlkirin dewleta Tirk wekî şûr bi kar tînin. Dîsa jî di encama serkeftina Kurdane de ev hêz bûne navbenkar. Ev dewlet mecbûrî Kurdan e.”
 
ENKS MECBÛRE XWE BIGUHERÎNE
 
Nulîfer Koç, qonaxa xebatên yekitiyê, hevdîtin girîng û hestiyar pênasê kir û got: “Piştî Başûrê Kurdistan perçeyê dûyemîn Rojavayê Kurdistan dikeve qonaxa destxistina statûyê ku ev qonax gelekî qirîtik û hestiyar e. Dive em bizanibin ku di rewşeke wiha girîng de dewleta Tirk a dagirker wê êrişê xwe zêdetir bike. Hêza ku dewleta Tirk bide sekinandin xûrtkirina dîplomasiya navdewletî lê beriya wê jî hêza herî esasî avakirina yekitiya di nav Kurdan e. Hêzên ku beşdarî nîqaşên yekitiyê dibin pozîsyona xwe digûherin ku ev mijara dayînstandinê ye û di nav de hesabê herkesî he ye. ENKS jî mecbûre pozîsyona xwe bigûherînê û têkevin qonaxeke nû. Dibe ku di nav wan de nakokî jî çê bibin. Dewletên wekî Emerîka, Rûsya û Fransa ku bi Kurdan re dibin muxatap êdî ev di belgeyên siyasî de derbasî raporên dewleta dibin. Kurd ketine qonaxa serkeftina statûyê. Netewa ku sedsala 20’an de dihat înkar kirin di sedsala 21’mîn de hatiye asta qebûlkirina siyasî, heremî û gerdûnî. Yekitiya Netewî ya Kurdan wê serkeftina hemû pêkhateyan bê. Gelê cîhanê ji bo ya sîstema Netewa Demokratîk daxwaz dikin. Îro pêşengtiya wê li Rojhilata Navîn Kurd dikin. Êdî cîhan ji Kurdan xwedî bendewariyeke cüda ne. Dewlet her çiqas bi siyaseta perçekirinê û rêvebirinê de israr bikin jî êdî ev wusa hesan pêk naye. Ji ber ku Kurd bi hêzin. Dewleta Tirk a dagirker derveyî şer û siyaseta komkujî dixwazê bi şewazekî hêzan li dijî hev bîne û bi vî şeklî bi serbikeve. Tişte ku li Zînî Wertê dibe jî ev e.”
 
YEKÎTIYA ROJAVA DÊ BANDORÊ LI PERÇEYÊN DIN BIKE
 
Nulîfer Koç, bibîr xist ku dê ev serkeftin rê ji bo zîndîbûna siyaseta Bakurê Kurdistanê vekê û wiha berdewam kir: "“Wê Başûrê Kurdistanê ji bin zexta dewleta Tirk derxînê, ji bo Îran jî pêyamekê bide. Piştî ku mijara Sûriyê ket qonaxa siyasî, di esas de Emerîka li ser Iraqê xwe ji bo êrişî Îranê bike amade dike. Ji bo wê Emerîka rê dide dewleta Tirk ku Başûrê Kurdistanê bombardiman bike. Şerê Îran û Emerîka zedetir wê li Iraqê rû bide. Di vê pêvajoya nîqaşên hevdîtênên yekitiyê de Emerîka wê bixwazê zêdetir rol bilîzê. Ji ber ku meha Mijdarê li Emerîka hilbijartinên serokatiyê hene û rewşa Emerîka di siyasetê de nebaş e. Ne di mijara Iraq, xeta Asya, Efrîqa, Lîbya, Efqanîstan û ne jî Filistîn-Îsraîl de siyaseta wan encam girt. Tenê dikarê li Sûriyê encam bigre. Hilbijartina Trump hinek girêdayî rewşa Sûriyê ye. Di siyaseta Emerîka de siyaseta derve girîng e. Piştî hilbijartinê îhtîmaleke mezin şerê Îran destpê bikin.”
 
XETERIYA MAYÎNDEKIRINA TIRKAN WARÊN DAGIRKIRÎ DE HEYE
 
Nulîfer Koç herî dawî anî ziman ku erkê KNK serkeftina yekitiyê yê ye ku di hevditinan de jî yekser cih digrin û wiha bi dawî kir: "“Endamên ku Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Kurd de cih digrin piraniya wan endamê KNK ne û tecrûbêyên wan dikevin xizmeta yekitiyê.  KNK bi rêya endamê xwe di nav nîqaşan de ye. Hemû partî bi nêrîn û ezmûnên xwe yên dîrokî dikarin vê pêvajoyê xûrtir bikin. Dive mijara Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derveyî nîqaşan neye girtin. Îhtîmal heye ku di aliyekî Kurdan bînin gel hev, nevbeynkarî bikin û di aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker razî bikin. Li Rojava bajarên hatine dagirkirin de statûyeke fîîlî ji bo dewleta Tirk çê bikin. Çawa li Başûr dewleta Tirk bi cih kirin dibe ku li wir jî heman tiştî bikin. Dive di aliye dîplomasî de ev baş were dîtin û tawîz ji dewleta Tirk a dagirker naye dayîn.”
 
 
 
 

Sernavên din

09/06/2020
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin
11:50 4 kes li Mêrsînê hatin binçavkirin
11:43 Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin
11:23 WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye
11:20 Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin
11:00 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:27 Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir
10:08 Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket
09:55 Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin
09:55 Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin
09:42 Zarokê sûriyeyî qetilkirin
09:18 Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin?
09:17 Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin
09:16 27 roj in bê ceryan û av in
09:16 2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
09:08 Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn
09:07 Hem distrên hem diçinînin
09:07 Pîşesazî heye lê rê tuneye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:32 Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin
08/06/2020
21:45 Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar
20:54 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:38 Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata eskerî
19:31 Li Amedê 6 kes hatin girtin
18:54 Siyasetmedarê kurd Kiliç hat girtin
16:49 Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin
15:34 Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin
15:28 Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema
13:04 Bavê esker: Kurê min kuştin
12:43 Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest
12:20 Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da
11:49 Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir
11:40 Buldan: Deriyê me ji muxalefetê re vekirî ye
11:04 Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt
11:03 Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin
10:47 Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe
10:02 Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin
10:01 Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv Muyesser Yildiz binçav kirin
09:28 Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê
09:28 Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin
09:23 OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir
09:22 Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye
09:21 Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune
09:20 Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin
09:19 Amedî: Hîtler jî wisa nekir
09:12 Li çiyayan dem dema helhelokane
09:11 Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin
09:11 Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin
17:00 Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat
16:48 Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir
16:47 Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
14:55 KMMK'ê: Zeyneb Celaliyan bi vîrûsa koronayê ketiye
14:45 Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin
13:23 Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî
12:56 Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe
12:51 Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye
12:08 Tundiya bavê xwe teşhîr kir
12:04 Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin
11:29 Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan
11:22 7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê
10:43 Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand
10:42 Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
10:12 Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye
09:45 Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike
09:08 'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’
09:03 Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin
09:03 Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî!
09:02 Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin
09:02 Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e
09:01 Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'