Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin

  • rojane
  • 09:55 9 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzerên ku bi hinceta der barê wan de lêpirsîn heye ruhsatên wan hatine betalkirin, rewşa xwe wekî "Mirina sivîl" pênase kirin û gotin "Em ê  li dijî mirina sivîl têbikoşin. 

Di salên dawî de gelek parêzerên ku staja xwe xelas kirin û ji bo rûhsatê serledan kirin, bi hinceta der barê wan de lêpirsîn û doz heye, ruhsata wan nadin wan. Bi hezaran parêzer ji ber der barê wan de lêpirsîn heye nikarin rûhsata parêzeriyê bistînin. Hin parêzerên ku bi rêya Baroyên Bajaran û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ruhsatên xwe girtin jî dîsa der barê wan de ji bo rûhsat bê betalkirin Wezareta Dadê ji bo rûhsata wan bê betalkirin doz vekir. 
 
Komek parêzerên ku nikarin ruhsata xwe bigirin û parêzerên ku ruhsata wan hatiye betalkirin ji bo dengê xwe bilin bikin, di 23'ê Gulanê de Koordînasyona li Dijî Xespa Rûhsatê ava kirin. Koordinasyon, dixwazin xala fikra 3'emîn a Xala 5'an a Zagona Parêzeriyê ku rê li pêş mafê wan digire û wan mexdûr dike bê rakirin.  Li gorî vê xal û fikrayê, parêzerên ku zêdeyî 2 salan girtî mane û li dijî ewlehiya dewletê sûc kirine ruhsata wan tê astengkirin. Heta ku ev lêpirsîn bi dawî bibe parêzeriya wan tê aliqandin. Endamên koordinasyonê ji bo vê xala ku li pêş mafê wan dibe asteng bê guhertin ketin nava hewldanan. 
 
Endamê Koordînasyonê Huseyîn Alî Kudred ku 17 sal ceza lê birîn û dosya şandin Dadgeha Bilind, nikare rûhsata parêzeriyê bistîne. Kudret, anî ziman ku di xalên zagonê de nakoki hene û wiha got: "Di benda yekemîn de diyar dike ku divê hikûm hatibe teqezkirin û encamkirin. Di benda 3'emîn ku di sala 1986'an de lê hatiye zêdekirin de jî diyar dike tenê lêpirsîn hebe bes e. Benda 3’emîn li dijî mafê rêgeza masumiyetê ye. Li gorî Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan heta ku teqez cezayê wî neyê erêkirin ew mirov bêsûc û mahsûm e. Ji bo ceza teqez bibe jî divê pêvajoya temyîz û îstinafê bi dawî bibe. Yanî divê dadgehên bilind biryarê bidin. " 
 
Kudret, anî ziman ku dadgehên yekemîn nikarin vê biryarê bidin û wiha got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) diyar dike ku teqez lazime ku pêvajoyên hiqûqî bi dawî bibin. Kudret, bal kişand ser rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a bi navê "Li Tirkiye mafê parastinê û darizandina adîl di bin êrîşê de ye" û wiha got: “Li gorî vê raporê di sala 2018'an de li gorî daneyên Wezareta Dadê ji sedî 17 mirovên girtî (44 hezar û 930 kes) bi sucdariya "Rêxistina terorê" girtî ne. Dîsa bi heman sucdariyê bi deh hezaran mirov serbest têne darizandin. Divê mirov bi hêsanî bi sucdariya 'Rêxistina terorê' neyên tawanbarkirin. Divê rêgeza masumiyetê li pêş be. 
 
Kudret, destnîşan kir ku ev zagon û bendên zagonê li dijî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û wiha bi dawî kir: "Ev xal li dijî mafê xebatê ye. Bi vê yekê mafê xebatê tê îhlalkirin. Parêzer ne girêdayî wezaretê ne. Pîşeyekî serbest e. Divê bi zagonan rê li pêş xebata wan nayê girtin. Bi vê yekê mafê me yê xebatê îhlal dikin. Li dijî Destûra Bingehîn û li dijî rêgezên gerdûnî ne. Divê baroyên bajaran li dijî vê yekê bêtir dêbikoşin û doza vî mafî bikin. 
 
'MIRINA SIVÎL LI SER ME FERZ DIKIN' 
 
Endama Koordinasyonê Evîn Kiliç jî anî ziman ku ji bo rûhsatê bistîne di sala 2018'an de serî li Yekîtiya Tabîban a Tirk (TBB) daye, lê serlêdana wê hatiye redkirin. Di sala 2019'an cara duyemîn serî lê da. Dîsa bi hinceta lêpirsîna der barê min de didome, ruhsat hat betalkirin. Mirina sivîl ku anîn serê memûrên bi KHK'ê hatin dûrxistin, heman tiştî li me ji dikin. Ev mirina sivîl e. Tundî û zextên ku li ser hêzên muxalif rojnameger, akademîsyen û siyasesetmedaran dikin îro heman tiştî li me jî dikin. Em bang dikin ku em bêtir piştevaniyê xurt bikin û li dijî van xalan dengê xwe bilind bikin." 
 
Parêzer Ozge Akyuz  jî anî ziman ku demek dirêj e mafê wê yê parastinê hatiye xespkirin û wiha got: "Dixwazin mafê parastinê bitepisînin. Dixwazin xwendekaren falulteya hiqûqê ji mafê xwe dûr bixin. Bi hezaran xwendekarên fakulteyên hiqûqê piştî 16 salan dixwînin. Lê dîsa pêşeroja wan aloz e. Em bi vê yekê dibînin ku êdî daraz ketiye konrola siyasetê." 
 
MA / Tolga Guney
 
 
 

Sernavên din

09/06/2020
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin
11:50 4 kes li Mêrsînê hatin binçavkirin
11:43 Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin
11:23 WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye
11:20 Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin
11:00 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:27 Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir
10:08 Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket
09:55 Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin
09:55 Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin
09:42 Zarokê sûriyeyî qetilkirin
09:18 Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin?
09:17 Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin
09:16 27 roj in bê ceryan û av in
09:16 2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
09:08 Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn
09:07 Hem distrên hem diçinînin
09:07 Pîşesazî heye lê rê tuneye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:32 Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin
08/06/2020
21:45 Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar
20:54 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:38 Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata eskerî
19:31 Li Amedê 6 kes hatin girtin
18:54 Siyasetmedarê kurd Kiliç hat girtin
16:49 Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin
15:34 Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin
15:28 Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema
13:04 Bavê esker: Kurê min kuştin
12:43 Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest
12:20 Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da
11:49 Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir
11:40 Buldan: Deriyê me ji muxalefetê re vekirî ye
11:04 Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt
11:03 Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin
10:47 Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe
10:02 Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin
10:01 Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv Muyesser Yildiz binçav kirin
09:28 Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê
09:28 Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin
09:23 OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir
09:22 Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye
09:21 Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune
09:20 Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin
09:19 Amedî: Hîtler jî wisa nekir
09:12 Li çiyayan dem dema helhelokane
09:11 Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin
09:11 Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin
17:00 Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat
16:48 Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir
16:47 Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
14:55 KMMK'ê: Zeyneb Celaliyan bi vîrûsa koronayê ketiye
14:45 Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin
13:23 Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî
12:56 Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe
12:51 Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye
12:08 Tundiya bavê xwe teşhîr kir
12:04 Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin
11:29 Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan
11:22 7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê
10:43 Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand
10:42 Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
10:12 Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye
09:45 Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike
09:08 'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’
09:03 Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin
09:03 Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî!
09:02 Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin
09:02 Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e
09:01 Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'