MÊRSÎN - Li Mêrsînê, xebatkarên Atolya Hunerê ya Akdenîz jî di nav de 4 kes hatin binçakirin.
Polîsan sere sibê di çarçoveya lêpirîsna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi rêve bir de, bi ser gelek malan de girtin. Piştî serdegirtina malan û lêgerîna di malan de , Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê Alî Bîlen, xebatkarên Atolyeya Hûnerê ya Akdenîzê Hebûn Yuksekbag, Dîlan Demîr û Cejna Sarûhan hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala hunermend Kadîr Çat de jî girtin, lê ji ber ku ne li malê bû, nehat binçavkirin.
Hat diyar kirin ku 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midurityeta Polîsan a Mêrsînê.