'Kêliya hilweşîna peykerê Colston pir xweş bû'

  • rojane
  • 11:33 10 Hezîran 2020
  • |
img

EQERE - Çalakgerên Brîstolî yên ku peykerê Bazirganê Koleyan Edward Colston hilweşandin, kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: "Kêliyê hilweşîna peyker pir xweş û muhteşem bû. Peykerê ku ji bo bê rakirin bi salan me îmze kom kir, me bi destê xwe hilweşand. Hêrsa bi salan kom bûbû li vir derket holê."  

 
Li DYA piştî polîs çonga xwe danî ser stuyê George Floyd û ew fetisand, çalakî belav bûn. Qêrîna George Floyd a “Ez nikarin nefesê bistînim" gelê DYA rakirin ser piyan û çalakiyên girseyî hatin li dar xistin. Li DYA çalakî di roja 15'an de berdewam dikin. Li Îngîlîstanê jî çalakiyên li bajarê Bristolê yên “Jiyana reşikan girîng e" (Black Lives Matters-BLM)” derketin pêş. Şêniyên bajarê Brîstolê yê ku heta sala 1515’an bazirganiya koleyan lê dihat kirin, peykerê Bazirganê Kolmeyan Edward Colston bi dirûşm û çepikan hilweşandin. Welatiyan, peykerê Colston ê ku kole ji Efrîqa dianîn Îngîstanê bi kêfxweşiyek mezin avêtin Çemê Avonê. 
 
Li Belçika jî rayedarên Bajarê Anversê, piştî çalakî pêş ketin, neçar man ku peykerê Kral 2. Leopord yê ku bi remza kolonîst û zilma li reşikan kiribû dihat nasîn rakirin. Xwendekarên Zanîngeha Oxfordê jî ji bo peykerê Cecil Rodos ê mêtînger bê rakirin çalakiyên xwe berdewam dikin. Şaredarê Londra Sadiq Khan jî ferman da ku hemû peykerên ku bi bazirganiya koleyan tê zanîn û nasîn, di ber çavan re bên derbaskirin. 
Hevparên "Jiyana Reşikan girîng e (Black Lives Matters-BLM)" yên ku li Bristolê peşker hilweşandin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
‘ME DÎROK NIVÎSÎ' 
 
Organîzatorê kampanya BLM'ê Yvonne Maina, çalakiya BLM wekî çalakiya “Lihevkombûna komek biyaniyên ji bo çalakiya hevpar ên li Bristolê dijîn" pênase kir. Maîna, hilweşîna peykerê Colston jî wiha got: “Çalakiyên şermezarkirinê yên hatibûn plankirin me biryar da ku em bêtir bi plan û dîsîplîn pêş bixin. Ji ber vê yekê em hatin cem hev. Encamek pir har û hîn derket holê. Em êdî ji kiryaran bêzar bûbûn. Bi vê çalakiyê wekî ku me dîrok nivîsî, me xwe hîs kir. Gelê Bristolê li dora çalakiyê kom bûn. Em hemû bûbûn yek. Hemû kes di vê çalakiyê de bi hev re bûn. Enerjiyek pir mezin derket holê." 
 
NIRXÊN KU LI PEYKER BAR KIRINE
 
Maîna, bal kişand ser kêliya hilweşîna peykerê Colstonê û wiha lê zêde kir: "Hêrsek mezin hebû. Kraliyeta Yekbûyî (UK) heta tu bixwaze nijadperest e. Dibe ku di destpêkê de ev yek neyê dîtin. Lê gelek jiyan wêran kirin. Derfet û firsenden gelek mirovan winda kirin. Yekbûna gel enerjiyek pir mezin derxist holê. Berteken li dijî hikûmetê pir zêde bû. Qîmeta didan peykerekî ji qîmeta jiyana mirovên reş zêdetir bû. Li ser navê BLM-Bristol ji Îngîlterê em peyama “Ji bo mafê xwe têbikoşin" didin Tirkiye û cîhanê. 
 
Wênekêşê serbest ku li Bristolê dijî Cameron James jî diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de wênekêşa xwe hilda û wiha got: "Ez tev li çalakiya li Qada Colston bûm. Ev peykerê Edward Colston ku li Brîstolê bazirganiya koleyan dikir pir girîng bû. Kêliya hilweşina peyker tiştekî pir xweş bû. Hestek pir xweş bû. Peyker ji bo gelê herêmê her dim wekî gefekê li dar bû. Dawiya dawî dengê me dihat bihîstin. Kêliyek pir xweş bû. Ger ku em ji dil bêjin, têkoşîna mirovên reş û sibî ya bi hevre tiştekî pir xweş bû.  Ez wekî kesek melez mezin bûm. Piştî ez bûm 17-18 salî min ferq kir ku çawa li mirovên reş dinerin." 
 
 
NE HÊRSA KÊLIYEKÊ BÛ 
 
James, anî ziman ku hilweşîna peykerê Colstonê ji sala 1895'an heta niha li navenda Bristolê hatiye çikilandin û wiha got: "Şêniyên bajar ji bo peyker bê rakirin bi salan e kampanya pêş dixin. îmzeyan kom dikin. Ev hêrsa ku di çalakiyê de derket holê ne hêrsa wê kêliyê bû. Hêrsa bi salan ketibû ser hev bû." 
 
James, anî ziman ku hêvî dike ku ev çalakî bibe sedema pêşerojek geş û xweş. Em êdî naxwazin zarokên me jî şerê heman tiştî bikin.
 
Pêvebestîkar Alexandra King ê Brîstolî jî wiha got: “Meşa me li dijî nijadperestiya bi rêk û pêk bû. Ji her reng û baweriyê her kes li wir bû. Ji ber ez tev li vê çalakiyê bûm ez pir kêfxweş û serbilind im. Me dît ku peykerê Colston ê bazirganê koleyan ji aliyê mirovan ve çawa hat hilweşandin û ji dîroka mirovên reş derket. Bi salan ji bo rakirina peyker bi rêveberiya herêmî re nihaş hatin kirin. Dawiya dawî ciwanan ev kar hal kir. 
 
MA / Eylul Denîz Yaşar
 

Sernavên din

12/06/2020
09:09 Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast
09:09 Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin
09:09 Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn
09:09 Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda
09:09 DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
11/06/2020
22:01 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan
21:54 Balafirên şer li Balafirgeha Amedê danîn
20:50 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê: Her du hevserok hatin binçavkirin
20:41 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 174 hezar û 23
16:32 RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike
16:09 HDP çû serdana ÎHD'ê
15:42 4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin
15:39 Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe
15:29 Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin
15:17 Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk
14:50 Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin
14:36 Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye
14:33 BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye
13:22 Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin!
13:20 Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin
13:05 Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê dest pê dike
12:50 Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin!
12:25 Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin
11:20 Li Amedê hejmara haletên koronayê derket hezar û 500'î
11:07 Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar
11:00 Bav sê zarokên xwe fetisandin
10:50 Akgol dîsa tije av bû
09:58 Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin
09:26 Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
09:18 Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî
09:17 'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'
09:16 Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike
09:14 Wêneyê bi dîwar ve jî tehemûl nekirin!
09:13 ‘Pirsgirêkên der barê girtiyên nexweş de nayên çareserkirin'
09:13 'Li şuna hûn diçin Bajarên Rojava li zeviya xwe bixebitin'
09:12 ‘A tê kirin qirkirina cinsî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:40 Êdî bekçî bi çek in û ne kêmî polîsan in
10/06/2020
21:18 Hevserokê TÛAY-DER'ê Guzel û endamên wê hatin girtin
20:07 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 17 mirî, 922 pêketî
16:22 Li dijî Şervan Derwîş hewldana kuştinê pêk hat
15:59 Malbatên 4 endamên HPG’ê ji bo cenaze werbigirin xwîn dan
15:22 24 hezar û 495 welatiyên Amedê di qerantînayê de ne
15:21 'Piştevanî û rêxistinbûyîna jinan me li ser pêya digire'
15:03 Sebze û fêkiyên wan rijandin û dest danîn ser tableyan
14:59 HDP ji bo Guven û Farisogullari dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin
14:36 Wezaretê ji mudaxileya ku çavê welatî kor kir re got ‘asayî' ye
14:27 Ji bo Çiyayê Kazê bang kirin
13:24 Eskeran li şêniyên gund da û sewalên wan gulebaran kirin
13:08 181 vagon zebeş rokirin çopê
13:06 Li Nisêbîn û Pirsûsê 9 kesan binçav kirin
12:25 103 can bibîr anîn: Jibîrkirin xerabiya herî mezin e
12:03 Di 4 kolanên Rezanê de 153 kesên bi vîrûs tespît kirin
12:00 Qeyûmê 'çerezxwar' bêyî ku hesab bide çû!
11:57 MED TUHAD-FED: Bi sepanên dijminane nêzîkî rêveberên me dibin
11:33 'Kêliya hilweşîna peykerê Colston pir xweş bû'
11:25 Tirkiye ava Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike
11:20 Erka bikaranîna çekan dan notirvanan
10:29 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
09:59 Hevşaredarên Qersê: Ger encamek siyasî pêş bikeve, wê hesab bidin gel
09:58 Ji bo Meşa Demokrasiyê bang kirin
09:49 Endamê Meclîsa HDP’ê Kalkan hat binçavkirin
09:48 Bêcezahiştin binpêkirina mafan zêde dike
09:41 Ji ber Kaniyên Mûnzûrê bertek: Em ê xwe biavêjin pêşiya kepçeyan
09:31 ‘Ên xwedî hêza temsîliyetê tên bêdengkirin'
09:25 Li Heskîfê qesra 900 salî di bin avê de ma
09:24 Erdê xwe bifiroşe jî heqê fatûreyên DEDAŞ'ê dernaxe
09:24 Dr. Yavîç: Biryara 'asayîbûnê' gaveke siyasî û aborî ye
09:23 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Ji bo çandiniyê gavine pratîk divê
09:23 ‘Di dema şewbê de mafê kedkarên tenduristiyê kêmtir bûn'
09:22 Roja dawî ya serlêdana ji bo betalkirina Qanûna Înfazê 15 Hezîranê ye
09:21 Jiyana li nav erdê îsotan
09:20 Li Çiyayê Kato demsala biharê ye
09:19 Eskeran bi ser gund de girtin û 6 gor rûxandin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:13 Waliyê 41 bajaran hatin guhertin
09/06/2020
23:00 Guven: Em ê bi ser bikevin
22:02 Hevseroka KCD'ê Guven hat berdan
20:23 18 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:46 Kesê destdirêjiya zarokekê kir hat girtin
16:31 Heyeta HDP'ê KESK ziyaret kir
16:16 Li Pirsûsê 2 kes hatin binçavkirin
16:13 Kesê xwest destdirêjiya zarokekê bike hat girtin
15:52 Şerê QSD li Dêrazor didome: 70 DAIŞ'î hatin girtin
15:38 ‘Gelê bê nefes tê hiştin dê tekoşîna xwe bilind bike'
15:30 Ayşegul Akturk li ber nexweşxaneya lê dixebitî bi bîr anîn
14:36 Gelê Mexmûrê ji bo Qasim Engîn merasim li dar xistin
14:16 Şaredarê Curnê Reş bi şewba vîrusê ket
14:13 Jinên HDP'î: Emê li her derê bin
13:39 Li peşiya Seferatxaneya Amerîkayê şermezarkirina Floyd
13:27 2 birayên hev ên xeniqîn spartin axê
13:17 KESK, DÎSK, TMMOB û TTB: Em xwe hînî nehiqûqiyê nakin
13:15 5 kesên sewqî edliyê kirin dîsa binçav kirin
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin