Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin

  • jin
  • 10:23 13 Hezîran 2020
  • |
img
MUGLA - Jinan ji Muglayê ji bo "Li dijî darbeyan Meşa Demokrasiyê"  ku HDP di 15'ê Hezîranê de bide destpêkirin, bang li her kesî kir ku tev li meşê bibin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê  di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de di 15'ê Hezîranê de ji Edîrne û Colemêrgê bimeşin Enqereyê. Dê ji herêmên din jî tev li meşê bibin. Ji bo meşê, nûner û rêvberên Jin ên li Mûglayê bang li her kesî kirin ku tev li vê meşê bibin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Bodrumê Zuhal Macit, bang li her kesên ku dixwazin di pêşerojê de xwedî vîn û gotin bin tev li meşê bibin û li dijî îstîsmara zarokan, qeyûm û darbeyan dengê xwe bilind bikin.b 
 
Seroka Giştî ya Sendîkayên Xebatkarên Malan Gulsum Nazlioglu  jî anî ziman ku Meşa Demokrasiyê meşek di cih de ye û wiha got: "Bi betalkirina parlamenteriya Leyla Guven hemû jin bûne hedef. Di demên dawî de îqtidarê jin xistine hedefa xwe. Divê her kes ji bo pêşerojê tev li meşa HDP’ê bibin. 
 
Endama Înîsiyatifa Xwendekarên Azad Leyla Kalin jî anî ziman ku tevlêbûna meşa demokrasiyê ku HDP dide destpêkirin grîng e û wiha got: "Ji ber zextên îqtîdarê yên li ser zanîngehan, xwendekar êdî nikarin nefesê bistînin. Em xwendekar li kampusê ne di ewlehiyê de ne. Divê her kes tev li vê meşa demokrasiyê bibin û mafê xwe bixwazin."