'Em difikirin ku Gulistan kuştine'

  • jin
  • 09:58 18 Hezîran 2020
  • |
img

DERSÎM – Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku, anî ziman ku piştî xwişka wê hat windakirin, bavê bersûc Zainal Abarakov ê polîs Engin Yucel xwest meseleyê bincil bike û wiha got: "Em bawer dikin ku malbata Zanial xwişka min kuştine."

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku di 5'ê çile de winda bû. Di ser windakirina Doku re 166 roj derbas bûn. Malbata Gulistan Doku ji bo bersûc Zainal Abarakov bê binçavkirin û girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê dan.  Xwişka Doku Aygul Doku, diyar kir ku di lêpirsîna pêvajoyê de bavê Abarakov ê polîs Engin Yucel' hewl dide delîlan reş bike û ser bûyerê bincil bike.  Aygul Doku, anî ziman ku wan li ser medya civakî xwe gîhand Engin Yucel û wiha got: "Yucel dixwaze meseleyê bincil bike û winda bike. Em bawer dikin ku malbata Zanîal û polîs Engîn Yucel xwişka min kuştine." 
 
 
MA / Ayşe Surme