Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin

  • jin
  • 12:35 21 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Jinên endam û aktîvîstên TJA û HDP'ê, bi armanca balê bikişînin ser kuştina jinan û bertekên xwe bînin ziman nepox firandin. 

 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya balê bikişînin ser kuştina jinan û li dijî kuştina jinan bertekên xwe bînin ziman, çalakî li dar xistin. Jin li pêş avahiya HDP'ê ya Rezan kom bûn û pankarta "Gotina me ya em bêjin û hêza me ya em biguherînin heye" vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Cînayetên jinan polîtîk e" berz kirin. Di çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Rezan Fatma Kavmaz, diyar kir ku di demên dawî de cînayetên jinan pir zêde bûne û dê li dijî cînayetên jinan û îstîsmarên jinan deng û têkoşîna xwe bilind bikin. Jinan piştî daxuyanî dan bi tilîlî, dirûşme û çepikan nepox firatin.