‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’

  • jin
  • 13:54 16 Tîrmeh 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Li Sîlopiya jinan bertek nîşanî hedef girtina peymana Stenbolê û binçavkirina jinan a li Amedê da û gotin: “Em ê bêdeng nebin, em berxwedan bi xwe ne."
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin mudaxileya li dijî Peymana Stenbolê û binçavkirina jinan a li Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan daxuyaniya jinan bi hêceta “Birayara qedexeyê ya çalakî û daxuyaniyan a Walîtiya Şirnexê heye” asteng kirin. Tevî hemû astengiya polîsan jî jinan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Silopiya daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankarta "Em ê bêdeng nebin, em berxwedan bi xwe ne" vekirin. Li ser navê jinan Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag daxuyanî da û diyar kir ku îqtîdar dixwaze betalkirina peymana Stenbolê dixwazin pêşî li zewaca temenê biçûk vekin. 
 
Akdag da zanîn ku ew hevalên wan li Amedê hatine binçavkirin bi salane di bin sîwana TJA’yê de têkoşîna azadiyê birêve dibin û divê Ayşe Gokkan û jinên din ên hatine binçavkirin demildest werin berdan. 
 
Akdag anî ziman ku ew ê li her qadên jiyanê li dijî her cûre tundî, êriş û kiryarên kirêt têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "AKP û MHP bila baş bizanibe ku em jin dizanin armanca betalkirina Peymana Stenbolê meşrûkirina zewaca zarokan e. Em ê li dijî qanûna înfazê kolanan neterikînin. Em ê li dijî polîtîkayên faşîzan û zayendperest têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.