‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’

  • jin
  • 18:17 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX- Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî didomin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK’ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me nelîze. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”

Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî, dewam dikin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û bi tevlîbûna TJA, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan li ber avahiya Egîtîm-Sen’ê daxuyanî hat dayîn. Girseya ku dixwest ji kolana hûnerê heta avahiya KESK’ê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseyê li ser vê yekê dirûşmeya ‘Zarok bêdeng dimîne, lê tu bêdeng nemîne’ birêz kir.
 
Di daxuyaniya de dovîzên ‘îstîsmar suce nayê meşrukirin’ û pankarta ‘Em bêdeng namînin, em berxwedan bi xwe ne’ hatin vekirin. Sekretera Egitim-Senê Serap Ok, daxuyanî da. Ok, diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dû şopa vê bûyerê bin û wiha axivî: “Di serdema ku em tê de dijîn, em her roj bi nûçeyên destavêtina zarokan şiyar dibin. Em dibînin ku hikûmet di pêkanîna mafên bingehîn, polîtîkayên tunehesibandinê de bi israre. Daxuyaniyê ku ji hêla AKP’ê ve tên dayîn desavêjiya li dijî jin û zarokan meşru dike. Ji ber vê yekê jî ji her destavêjiyekî em hikûmetê berpirsyar dibînin. Qanûnên hikûmeta AKP’ê ji sucdaran re cezaya pêwîst nade û bi vê nêzikatiyê pêşiya êrîşên îstîsmara zayendî vedike.”
 
‘WALÎ BÛYERÊ MEŞRU DIKE’
 
Ok, bal kişand ser daxuyaniya ku ji hêla walitiyê ve hat dayîn jî û wiha bilêv kir: "Êrîşên zayendî, ji sedî 46 li dijî zarokan pêk tên û herî kêm 650 zarok bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin. Em baş dizanin ku êrîşên zayendî bi polîtîkayên AKP’ê xweser re ninin. Êrîşên zayendî yên ku li Şirnexê pêk tên jî, ne ji derveyî van polîtîkayan e. Ji hêla Walitiyê ve daxuyaniya ku bûyerê meşru dike hat dayîn. Der barê bûyereke wisa de daxuyaniyeke bi vî awayî careke din nîşanî me daye ku sûcê sûcdaran tê meşrû kirin. Li Tirkiyeyê daneyên îstîsmarê bi tu awayî ji raya giştî re nayê parvekirin. Mixabin peydakirina van daneyan pir zehmete. Em dizanin ku naxwazin ji civakê re parve bikin û bi vî awayî ser bûyeran digirin.”
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ,TUNDÎ Û DESTAVÊJIYÊ EM SER PIYAN IN’
 
Ok, da xuya kirin ku armanca wan ew e ku pêşiya êrîşên zayendî bigirin û wiha pê de çû: "Dibe ku nexwazin ku em li kolanan bin. Kesên ku sûcdaran diparêzin bila bizanin ku em ê zarokên xwe nehêlin ji hişmendî û destên qirêj re. Tenê armanca me ev e. Li dijî êrîşên zayendî, tundî û destavêjiyê em ê her tim ser piyan bin. Em zagonên ku zarokên me biparêzin dixwazin. Tenê daxwaziya me ev e. Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me ve nelîze. Zarokên me pêşeroja me ne. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”
 
‘EM Ê NEHÊLIN KU HÛN PÊŞEROJA ME TARÎ BIKIN’
 
Ok, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em wekî KESK dibêjin, ew kesên ku destê xwe yên qirêj li ser zarokên me dirêj dikin, bila bizanibin ku heya ku em hebin, em ê rê nedin ku hûn pêşeroja zarokên me tarî bikin. Bi têkoşîna azadiya jinê ya ku bi salane em dimeşînin, em ê nehêlin bi tundî, zordarî, destavêtin û destdirêjiyê pêşeroja zarokên me tarî bikin.”
 
‘EM LI KOLANAN BIN, EM PÊŞEROJA XWE BIPARÊZIN’
 
Berdevkê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Umut Çelîk jî, bal kişand ser êrîşên zayendî û wiha axivî: "Em ê heta dawiyê li dû şopa vê bûyerê bin. Kesên ku sûcdaran û êrîşkaran diparezin bêexleq û bêwîjdanin. Li bûyerên wiha helwesta me aşkere ye. Em ê heta dawiyê li kolanan bin û ji bo ku sûcdar bi cezayê herî giran bê darizandin em ê tebikoşin. Em li kolanin bin û em pêşeroja xwe biparêzin.”
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.