TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin

  • jin
  • 13:47 19 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED - TJA, têkildarî îdeayên ku 2 parlamenterên HDP'ê êrîşî jinê kirine, daxuyanî dan û diyar kirin ku êrîşên mêr ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve bi tu awayî nayê qebûlkirin. TJA da zanîn ku êrîş ji ku tê bila bê qebûl nakin. 
 
Tevgera Jina Azad  (TJA), têkildarî îdeayên tundiya ku Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik li hevjîna xwe kir û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk ku êrîşa zayendî li jinekê kiriye daxuyanî da. TJA di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li dijî êrîşên bi pergal ên hişmendiya mêrê serdest, bi hezaran salin xwe bi rêxistin dikin û wiha got: "Em li dijî van êrîşan gav bi gav xwe bi rêxistin dikin û mezin dikin. Gav bi gav jiyanek wekhev û azad ava dikin. Êrişên ku li dijî van jinên xwe bi rêxistin dikin û têdikşin bûye polîtîkaya demê. Polîtîkayên ku tune dihesibînin û wekî malê xwe dibînin, di serdema koalîsyona AKP-MHP'ê de pêş ket û kûr dibe. Êrîş çi ji aliyê hêza ku em li dijî wê şer dikin û çi ji aliyê hêza ku em ligel wê şer dikin, ji ku tê bila bê em li dijî hemû tundiyan in. Em bi tu awayî êrîşa li dijî jinê qebûl nakin. Tevgera Azadiya Jinê her dem sekna xwe ya rêgezî nîşan daye. Herî dawî di şexsê Parlamenterên HDP'ê yê Mûş û Mêrdînê ev tundî derketiye holê. Ev tundiya li dijî jinê, ji aliyê têkoşîna me ya Azadiya Jinê ve bi tu awayî nayê qebûlkirin.
 
Ya din jî HDP wekî rêgez û bername li dijî tundiya li ser jinê ye. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji roja ewil de helwesta xwe nîşan da. Ev helwesta wê li gorî çalakiyên 'Têkoşîna Jinê li her derê ye" ye. Helwesta ku Meclîsa Jinê ya HDP'ê şîna da em hinek rehet kirin. Em bawer dikin ku hevalên me yên jin ên bi îdeaya parastina rêgezên jina azad siyasetê dikin, dê helwestên ku encamê bistînin pêş bixin."