'Heta Peymana Îstanbul têkeve meriyetê em ê li qadan bin'

  • jin
  • 17:20 26 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Gelek jin di pêşengiya Platforma Jinê ya Enqereyê de, ji bo Peymana Îstanbul biparêzin kom bûn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê. Jinên ku daxuyanî dan peyama "Heta ku peyman bi temamî têkeve meriyetê em ê li qadan bin." dan. 
 
Gelek jin di pêşengiya Platforma Jinê ya Enqereyê de, ji bo Peymana Îstanbul biparêzin bi mijara "Divê têkoşînek çawa bê pêşxistin" li Parka Kurtuluş" kom bûn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum û gelek jinên din beşdar bûn. Jinan di çalakiyê de kemera xemrî ava kirin û destûr nedan ku polîs derbasî qadê bibin. Jinan di çalakiyê de dowîzên “Cînayetên jinan polîtîk in", “Em ji bo mafên xwe û xeyalên xwe îsyan dikin" rakirin. Parêzer Betul Çelîk der barê naveroka Peymana Îstanbul de agahî da jinan. Çelîk, bal kişand ser naveroka peymanê û girîngiya peymanê ya ji bo jinan. Çelîk, anî ziman ku peyman bi têkoşînek xurt a jinan hat îmzekirin got: “Heta ku peyman hat îmzekirin, jin li qadan di nava têkoşînê de bûn. Çalakiyên jinan li her derê bûn. Peyman misogeriya azadî û jiyana jinê ye. Hem Peymana Îstanbul  û hem jî Xala Zagona 6284'an ji bo jiyanek wekhev pir girîn e. Heta ku ev peyman têkeve meriyê jin dê li qadan têbikoşin."