Jinan bersiv da dewletan

  • jin
  • 15:22 27 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL - Li tevahiya cîhan û Tirkiyeyê, jinan li ser hesabên xwe yên medya civakî piştevanî dan hev û li dijî êrîşên li ser xwe bersiv dan dewletan. 
 
Li Tirkiyeyê jinan, li dijî paşve vekişîna Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan û tundiya li dijî jinê pêş dikeve li ser hesabên xwe yên medya civakî ketin nava liv û tevgerê. Jinan duh di saetên şevê de, li ser hesabên xwe yên medya civakî, wêneyên xwe yên reş û spî parvekirin û li dijî kiryarên li ser jinan ên li welan tên jiyîn derketin. 
 
LI DIJÎ DEWLETÊ DERDIKEVIN
 
Jinan di bin wêneyên parvekirin de, bi etîketa #ChallengeAccepted  (Li dij derketin hat qebûlklirin) parvekrinên “Piştevaniya jinan” û “Peymana Stenbolê dide jiyîn” kirin.