Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire

  • jin
  • 09:50 11 Tebax 2020
  • |
img

AMED - Zulfu P. piştî li qereqolê serbest hat berdan, êrîşî hevjîna xwe S.P. kir û bi giranî S.P. birîndar kir. Parêzerê S.P., Burcu Korkmaz, anî ziman ku mêrê êrîşî jinê dike hêz û wêrekiya xwe ji îqtîdar û polîsê qereqolê distîne. 

Ji ber hikûmet û rayedarên ewlehiyê Peymana Îstanbul naxin meriyetê tundiya mêr a li dijî jinê didome. Jin bi tundiya mêr re rû bi rû dimînin. Her roj jin tên qetilkirin û bi tundiya mêr re rû bi rû dimînin. Lê li aliyê din îqtîdar dixwaze peymanê betal bike. Hefteya borî li Amedê 2 jin bi tundiya hevjînên xwe re rû bi rû man û bi giranî birîndar bûn. Di 2'ê Tebaxê de S.P., a 39 salî li taxa Dicle Kentê ya Peyasa Amedê bi tundiya hevjînê xwe Zulfu P. re rû bi rû ma. Zulfu P. gule berda S.P., û xwest wê qetil bike. Zulfu P., piştî hevjîna xwe birîndar kir, Huseyin Balta yê xwest rê li pêş wî bigire, lê bi kêrê êrîşî Huseyin Balta kir û birîndar kir. Balta piştî li nexweşxaneyê derman bû û şandin malê, li malê jiyana xwe ji dest da. 
 
S.P., ku bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê. S.P., piştî 3 rojan li nexweşxaneyê tedawî bû sewqî Serwîsa Cerahiya Sîngê kirin. Piştî li vir jî tedawiya wê xelas bû şandin malê. Êrîşkarê S.P. Zulfu P. jî hêj nehatiye girtin. 
 
DI 2 MEHAN DE 3 CARAN GILÎ KIR, LÊ JI BER TERCÛMAN TUNE BÛ ENCAM NEGIRT
 
Parêzera S.P., Burcu Korkmaz, anî ziman ku muvekkîla wê di nava 2 mehan de 3 caran serî li Qereqolê daye û gilî kiriye û wiha got: "S.P. der barê Zulfu P. de gilî kir. Lê ji ber bi kurdî axivî û tercuman tune bû, nekaribû li qereqolê xwe bîne ziman. Cara sêyemîn bi biraziyê xwe re çû qereqolê û gilî kir. Di 6 mehên dawî de bi rêk û pêk îşkence lê hat kirin. Tenê giliyê dawî yê S.P. li ber çavan hatiye girtin. Piştî giliyê dawî Zulfu P. binçav kirin û serbest berdan û hat S.P bi giranî birîndar kir. Muwekila min di 2'ê tebaxê de çû qereqolê. Got heta bersûc neyê gritin dê qereqolê terk neke. Piştre Zulfu P. binçav kirin û îfadeya wî girtin. Dema îfadeya Zulfu girtin, muwekila min û zarokên xwe hatin malê. Lê 2 saet şûnde Zulfu P. hat berdan û li ber çavê zarokan li hevjîna xwe xist."
 
Korkmaz, anî ziman ku piştî Zulfu P. hat berdan li malê li pêş çavê zarokan li S.P xist û bi çekê birîndar kir û wiha lê zêde kir: "Dema Huseyin Balta xwest rê li pêş reva Zulfu bigire, Zulfu Huseyîn birîndar kir û reviya. Balta piştre re jiyana xwe ji dest da. S.P piştî 3 rojan li beşa venêrtina zêde û Serwîsa Sîngê tedawî bû şandin malê. Talûkeya jiyanî ya muwekila min S.P. didome. Ji ber ku hem birîndar e û hem jî Zulfu P. serbest e talûke didome. Qereqolê li gel giliyê S.P erka xwe pêk neanî. Mêr serbest berdan. Dema jin li malê bi tundiya mêr re rû bi rû dimîne, rayedarên qereqolê der barê jiyana jinên ku wan nas nake de biryarê didin. Dibêjin 'Tundiya nava malê ye. Em nikarin tev le vê meseleyê bibin' Lê divê li gorî zagonan tev bigerin. Divê gilî li ber çavan bigire û sewqî dozger bikin. Lê bersûv li qereqolê serbest tên berdan. Li qereqolê zextên derûnî li ser jinan dikin. Dîsa jinek din ku ji aliyê mêr ve hat şopandin û bi tacîzê re rû bi rû ma, serî li qereqolê da. Lê li qereqolê gotin 'ev mirovekî rast e. Zerara wî nagêje. Divê Peymana Îstanbulê têxin meriyetê. Bang li mêr dikin û îfadeya wî digirin. Lê piştî îfade digirin serbest berdidin. Halê baş li ber çavan digirin. Helwesta polîs a pişta mêr miz dide û helwesta îqtîdarê rê li pêş kuştina jinan vedike. Mêr ji vê yekê hêzê distîne." 
 
 
MA / Arjin Dilek Oncel