'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'

  • jin
  • 09:13 4 Çile 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Jinan, diyar kirin ku pêkanîna "kincên yek tîp" li dijî jiyana wan êrîşe û wiha gotin: “Jin çawan ku ji bo mafê xwe têdikoşin, divê ji bo girtiyan jî têbikoşin.” 

Jinên Mêrsînî bertek nîşanî biryara "kincên yek tîp" ku bi KHK’ya hejmara 696’an a di çarçoveya OHAL’ê de hat derxistin dan. Seroka Baskê Jinan a Pariya Gel a Komarê (CHP) a Mêrsînê Pakîze Guler, diyar kir ku ev biryar dê bandorek mezin li ser jinan bike û wiha axivî: “Bi îlankirina OHAL’ê re li girtîgehan û dervede êrîşên mezin li ser jinan pêk hatin. Ferzkirina pêkanîna kincên yek tîpî ya li ser jinên girtî, li dijî mafê mirovane. Ji bo girtiyan bixwin hedef, dixwazin wan bi kincên yek tîpî bînin dadgehan. Kesên derve de dê bi awayekê sûdar li girtiyan mêze bikin. Ev jî dê dinava civakê de cudakariyê bi xwe re bîne. Kincên yek tîpî li ser girtiyên jin ferz kirin, tê wateya êrîpa li dijî reng, azadî û nasnameya jinê.” 
 
'EM LI DIJÎ VÊ PÊKANÎNÊ NE'
 
Guler, da zanîn ku ne girînge ku ev pêkanîn ji bo kê derxistine û wiha bilêv kir: “Çi dibe bila bibe û ji bo kê dibe bila bibe ev pêkanîn li dijî qanûna ne. Çawan ku jin li derve ji bo mafê xwe têdikoşin, divê ji bo girtiyên jin jî têbikoşin. Ligel ku hîna ev pêkanîn ne ketiye  meriyete, li girtîgehên Tarsus û Balikesîrê kincên yek tîpî ferzî girtiyan dikin. Ji ber ku girtiyên jin li dij derketin, cezayê hevdîtinê da wan. Bi îşkenceyê vê pêkanînê li ser girtiyan ferz dikin, bi vê re dê êrîş û îşkenceyên li girtîgehan zêdetir bibin.”
 
‘DEMILDEST DIVÊ DEST JI VÊ PÊKANÎNÊ BERDIN’ 
 
Guler, destnîşan kir ku ev pêkanîn berhemê hişmendiya zilame û wiha domand: “Di 12’ê Îlonê de jî ev pêkanîn hatin ceribandin û bi ser neket. Em jin vê pêkanînên şaş dibînin. Bi vê pêkanînên dixwazin girtiyan bikin hedef. Em dixwazin demildest dest ji vê pêkanînê berdin.”
 
‘KINCÊN YEK TÎPÎ LI DIJÎ XWEZAYA JINÊ YE’ 
 
Sidika Gunduz ku şahidî ji pêkanînên 12’ê Îlonê re kir jî, diyar kir ku wê demê bi ser neketin, dê îro jî bi ser nekevin û wiha axivî: “Kincên yek tîpî li dijî xwezaya jinê ye. Bang li raya giştî dikim ku dijî vê pêkanînê derbikevin.” 
 
Mehtap Ersoyan jî, anî ziman ku bi pêkanîna kincên yek tîpî dixwazîn derûniya girtiyan xwerab bikin û wan teslîm bigirin. Ersoyan, banga têkoşîna li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan.