Li Pendîkê jinek hat kuştin

  • jin
  • 14:23 23 Tebax 2020
  • |
img
STENBOL - Li Pendikê, jina bi navê Rozygul Rejepova ya ji Tirkmenîstanê, ji aliyê Annamûhammet Y. ve hat kuştin. 
 
Li Cadeya Aydos a Taxa Ertûgrûl Gazî ya navçeya Pendikê ya Stenbolê, jina bi navê Rozygul Rejepova ya ji Tirkmenîstanê, ji aliyê zilamê bi navê Annamûhammet Y. (29) di depoyeke daran de kuşt. Welatiyên cenazeyê jina Tirkmenîstanî dîtin, agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyer Annamûhammet Y. ê ji Tirkmenîstanê binçav kirin. 
 
Bersûcê ku  sûcê xwe qebûl kir û da zanîn li ser înternetê Rejepova nas kiriye, piştî lêpirsîna wî ya li ewlekariyê bi dawî bû sewqî edliyê hat kirin.