Jinan bertek nîşanî Diyanetê da: Destên xwe yên qirêjî ji ser zarokan bikişînin

  • jin
  • 09:13 6 Çile 2018
  • |
img

EDENE – Li Edeneyê jinan diyar kir ku divê zarok ne ji bo zewacê, ji bo zanistê bên teşwîqkirin. Jinan  xwest Diyanet bê girtin û wiha gotin: “Ev rewş hewldaneke ku îstismarê dike tiştekî asayî. Bila îktîdara AKP’ê demildest destê xwe yê qirêj ji ser zarokan bikişîne.” 

Piştî Serokatiya Karên Diyanetê di malpera xwe de pênaseyên ku istismara zarokan teşwîq dike û zewaca di temenên zarokatiyê de rewa dike weşandin, jin û gelek derdor bertek nîşan dan. Li Edeneyê jinên di sazî û dezgehan de dixebitin û Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk xwestin Serokatiya Karên Diyanetê bê girtin.
 
Aktivîsta Mor Dayanişmayê Pelîn Songul, got ku kirinên arasteyî jin û zarokan veguherîne polîtîkayeke dewletê. Çîçek destnîşan kir ku daxuyanî û qanûnên di demên dawî de bi awayekî zelal nêzîkatiya dewletê ya ji bo zarokan aşkere dikin. Çîçek bi lêv kir ku AKP bi van polîtîkayan dixwaze civakê ji nû ve dizayn bike û ji roja ku bûye îktîdar heta niha gav bi gav zemîna vê yekê ava dike. Çîçek got ku nêvenga ew tê de ne, bi Rewşa awarte re betalî, enflasyon û xizanî zêde bûye û cudaparêzî di nav civakê de zêde bûye. Çîçek destnîşan kir ku bi van polîtîkayan guherandina rojeva welat tê xwestin. 
 
Çîçek diyar kir ku wê têkoşîna wan a li hemberî van polîtîkayan berdewam be û ev tişt gotin: “Em jin hay ji van lîstikan hene. Em ê bi piştevanî û têkoşîneke zêdetir van polîtîkayan berevajî bikin. Li ser medyaya civakî, li kuçeyan, li malan, li atolyeyan û li dibistanan em ê piştevaniyê xurt bikin û em û feraseta nêrza em ê tu carî li hev neyên.” 
 
'DIVÊ ZAROK JI BO ZEWACÊ, TEŞWÎQÎ ZANISTÊ BÊN KIRIN’ 
 
Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Seher Kiliç jî, anî ziman ku cudaparêziya zayendî ya li Tirkiyeyê cudaparêziyeke sistematik û polîtîk e û ev yek bi AKP’ê re kûrtir bûye. Bi van polîtkayên cudaparêz saziyên perwerdehiyê ji erka xwe ya sereke dûr ketine. Kiliç destnîşan kir ku ew vê ferasete şermezar dikin û ev tişt gotin: “Divê em zarokên xwe yên 9-12 salî ji bo zanistê teşwîq bikin, ne ji bo zewacê. Zarokan ber bi întiharê ve teşwîq dikin. Divê ji nêzîkatiyên ‘Divê rojek berê em bigihên axîretê’ bê dûrketin. Divê zewicandina zarokan, zewicandina bi darê zorê û hwd. ji holê bên rakirin. Divê li hemû beşên zanîngeh û lîseyan dersa wekheviya zayendiyî bê dayîn.” 
 
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN’ 
 
Endama Platforma Jinan a Edeneyê Sevil Araci Bek got ku di salên dawî de daxuyaniyên bi vî rengî pir tên dayîn û AKP bi van daxuyaniyan zarokên keç nîşan dide. Bek destnîşan kir ku heta 18 saliyê her kes zarok e û zewicandina di biniya 18 dan de nerast e û îstismarê di xwe de dihebîne. Bek bi lêv kir ku daxuyaniyên bi vî rengî zêde bûne û ev rewabûna vî tiştî zêdetir dikin. Bek wiha domand: “Ev rewş hewldana asayîbûnê ye. Lê em ê tu carî destûra vê yekê nedin û li hemberî wê bisekinin. Em ê li dijî van bûyerên îstismarê yên li hemberî zarokan bitêkoşin.” 
 
'JI BO ZAROKAN TALÛKEYEKE CIDÎ’ 
 
Sekretera Jinan a Desteya Rêvebira Navendê ya KESK’ê Gulîstan Atasoy Tekdemîr jî destnîşan kir ku qanûnên ji aliyê AKP’ê tên derxistin bi her awayî îstsimarkirina zarokan aşkere dikin û êrîşên li hemberî zarokan veguherîne rewşeke sistematîk û ev yek pêşeroja zarokan tarî dike. Tekdemîr got ku daxuyaniyên dawî yên dîyanetê ji bo zarokan cihê talûkeyên cidî ne. 
 
‘BILA DIYANET BÊ GIRTIN’ 
 
Tekdemîr, diyar kir ku daxwaza ewil a jinan pêşeroja zarokan e û girtina saziyên bi vî rengî ye. Tekdemîr destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê îktîdar destên xwe yên qirêj ji ser zarokan rake. Tekdemîr bi lêv kir ku ji bo zarokan di warê avakirina pêşerojê de bar û berpirsiyareke cidî dikeve ser milê civakê. 
 
Sekreta Jinan a Egîtîm Senê Derya Yûlcû jî diyar kir ku ew dixwazin zarok berhêlî huner, wêje, spor, felsefe û matematîkê bên kirin. Yûlcû got ku di pêvajoya Rewşa Awarte de îstismar û êrîşên li hemberî zarokan zêde bûne. Yûlcû bi lêv kir ku ji bo zarok bi awayekî azad bilîzin û bên perwerdekirin divê Diyanet bê girtin.
 
BANG LI SEROKÊ DIYANETÊ KIR Û XWEST ÎSTIFA BIKE 
 
Serokê Baroya Edeneyê Parêzer Velî Kuçuk jî, anî ziman ku tu uzr û mazereteke îfadeyên di malpera fermî ya Diyanetê de cih digirin tune ye û ji bo van îfadeyên skandalî bang li Serokê Karên Diyanetê kir da îstifa bike. Kuçuk got ku ew bang li Karên Diyanetê dikin ku, da di vî warî de daxuyaniyên ehlaqiyî û bi awayekî baş û rast raya giştî agahdar bikin.