Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’

  • jin
  • 15:01 17 Îlon 2020
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê, bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Leyla Guven, di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de çalakiyek hat lidarxistin. 
 
Li Colemêrgê, di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” ya berî du rojan ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat destpêkirin de çalakî hat lidarxistin. 
 
Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat. Di çalakiyê de pankarta “Em xwe diparêzin” hat vekirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Melîsa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku kincên neteweyî li xwe kirin, guvend gerandin, tilîlî dan û dirûşme berz kirin. 
 
Dûre daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Şenzînanê Sozdar Atîlla, di daxuyaniyê de axivî û xwest hemû jin piştgiriyê bibin kampanyayê.