Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da

  • jin
  • 14:27 9 Çile 2018
  • |
img

WAN - Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, bertek nîşanî kampanyeya “Em ji bo jinan otobusên pembe dixwazin” a ji aliyê komek zilamên navê Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlên Wanê li xwe kirin, dan.  

Li Wanê ev du heftene, Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlên Wanê ku nêzî AKP’ê ye kampanya “Em ji bo jinan otobusên pembe dixwazin” didin meşandin. Bertekên li dijî vê kampanyayê her ku  diçe mezintir dibin. Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, civîna çapemeniyê li darxistin û bertek nîşanî kampanyayê dan. Civîna çapemeniyê li Baroya Wanê hat lidarxistin û endama Komîsyonê Parêzer Gamze Karakiyak daxuyanî xwend. Karakiyak, diyar kir ku ên kampamya dan destpêkirin û îmzeyan jî kom dikin zilamin û wiha axivî: “Ev pêkanîn her çiqasî weke parastina jinê bê lanse kirin jî, lê di esasê xwe de armanc ewe ku jinê ji derveyî jiyana civakî bihêlin. Di bin navê parastina jinê de dixwazin cudakariyê derbixin holê.” 
 
 Karakiyak, da zanîn tu carî ew ê destûrê nedin pêkanîn wiha yên dixwazin jinan ji civakê cuda bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêkanînên wiha civakê ji hev cuda dikin. Ji ber vê yekê me bi fikarin. Divê em hemû li dijî van pêkanîna derbikevin.”