Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû

  • jin
  • 11:00 10 Çile 2018
  • |
img

ENQERE - Parêzer Ceren Şîmşek "pergala navbeynkariyê" ya pêvajoya hev du veqatandinê nirxand û ev tişt got: "Dê ev pêkanîn bi taybetî di dema hev du veqetandinê de, herî zêde di warê madî de ku jin zehmetiyan dikişînin, dê di elehê jinan de bi encam bibe."

Piştî Qanûna Pêşî Lê Girtina Şideta Li Dijî Jinê û Ewlehiya Malbatê ya bi Hejmara 6284'an di 8'ê Adara 2012'an de li Lijneya Giştî ya Meclisê ket meryetê, di nava salê de mêran 165 jin kuştin. Li gorî raporan ev hejmar ji sala 2012'an vir ve her dem zêde bû. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin; di sala 2017'an de mêran 409 jin qetil kirin. Di sala 2016'an de ev hejmar 261 e. Di navbera 2012-17'an de mêran bi giştî hezar û 614 jin kuştin. Ev hejmar tenê hejmarên ji çapemeniyê hatine girtin in, lê hejmara rast ji van daneyan gelekî zêdetir e.
 
Parêzer Ceren Şîmşek "Pergala navbeynkariyê" ya Komîsyona Pêşî li Hev du Veqetandinê ya qanûna bi hejmara 6284'an ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Şîmşek der barê naveroka qanûna bi hejmara 6284'an de agahî da û ev tiş: "Armanca qanûnê; kesên şidet dîtine û xetereyên wiha re rû bi rû ne, divê mafê jiyana wan bê parastin, divê mafên wanên fîzîkî, zayendî, aborî bê parastin û pêşî li şideta derûnî bê girtin, kesên şidet dîtine divê bên rehabilîtekirin. Di warê şideta li dijî jinê de tevdîrên taybet bên girtin."
 
'LI DIJÎ XETEREYA ŞIDETÊ TEVDÎR GIRÎNG IN'
 
Şîmşek aşkera kir ku roja ev qanûn hatiye derxistin heta niha, şideta li dijî jinê her roj zêde bûye, di pêkanînê de gelek pirsigrêk hene û ev tişt got: "Piştî hejmara 6284'an di 1'ê Tebaxa 2014'an de Peymana Konseya Ewropayê ya Der Barê Têkoşîna Van û Pêşî Lê Girtina Şideta Di nava Malê û Şideta Li Dijî Jinê ket pratîkê. Qasî ku pêwîst e em xwedî qanûnan e û alîgirê peymanan e jî. Her çendî ev qanûnana li ser kaxizê bin jî di warê pêkanînê de li qereqol, dozgerî û dadgehan gelek pirsgirêkên cidî derdikevin. Divê jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin, bên parastin."
 
'20 JINÊN DEWLETÊ EW DIPARASTIN HATIN KUŞTIN'
 
Şîmşek destnîşan kir ku di warê qanûnên parastinê de jî pirsigrêk derdikevin, di 3 salan de 20 jinên ku dewletê ew diparastin hatine kuştin û wiha pê de çû: "Dema ev jin tên kuştin der barê rayedarên berpirsyar de tu pêkanîn nakeve dewrê. Li gorî qanûna bi hejmara 6284'an, jinên ku şidetê dibînin û ji bo parastina wan biryara ji dûrxistinê tê dayîn, jin divê bê parastin, navnîşana wan bê veşartin û nasnameyeke nû bidin wan. Lê ev tevdîr bi rêk û pêk nayên girtin.  Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, wekî ku di tabloya 2017'an de jî aşkera kiriye; qanûna bi hejmara 6284'an piştî di sala 2012'an de ketiye meryetê, mirinên jinan di sala 2017'an de derketiye asta herî jor."
 
Şîmşek da zanîn ku dewlet di şideta li dijî jinê de bê alî namîne û saziyên wekî dadgeh, dozgerî û hwd. tu tevdîran nagire û wiha axivî: "Ev polîtîkayek e, mixabin ev polîtîka jî bê ceza bi encam dibe." Şîmşek da zanîn ku mijara navbeynkariyê gelek caran di elehê jinan de bi encam dibe û ev tişt anî ziman: "Li ser pêşniyara Komîsyona Pêşî Lê Girtina Ji Hev Du Veqetandinê, 'pergala navbeynkariyê' hat rojevê. Şideta li dijî jinê, şideta di nava malbatê de û hiqûqa malbatê nabe mijara bazarê. Ev pergal dibe sedem ku jin destê xwe ji gelek mafan bikişînin. Ev pergal di dema veqetandinê de herî zêde di elehê jinan de bi encam dibe."
 
Şîmşek herî dawî got ku saziyên dewletê şidetê rewa dike û axaftian xwe wiha bi dawî kir: "Her sal kuştin û şideta li dijî jinê zêde dibe. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê şopdariya vê nake. Hikumet jî ji bo pêşî li şidetê bigire nakeve nav hewldanan. Dema ne wekheviya jin û mêr jî li vê zêde dibe, şidet her ku diçe zêde dibe."
 
MA / Dîren Yurtsever