Jinan bertek nîşanî otobusên pembe dan: Dixwazin jinan ji civakê dûr bixin

  • jin
  • 13:36 11 Çile 2018
  • |
img
WAN - Jinên Wanî bertek nîşanî kampanya "otobusên pembe" dan. Jinan diyar kirin ku bi vê kampanyayê dixwazin jinan ji ciakê dûr bixin û tacîz û îstîsmarkaran biparêzin. Jinan anîn ziman ku dê heta dawî li dijî vê kampanyayê têbikoşin. 
 
Înîsiyatifa Piştevaniya Sivîl a Wanê ku nêzîkî AKP'ê tê zanîn, kampanya “Jin otobusên pembe dixwazin" dan destpêkirin. Jinên Wanî li dijî vê kampanyayê bertekên xwe anîn ziman û xwestin vê kampanyayê betal bikin. Jinan diyar kirin ku kampanya ji liyê jinan ve hatiye destpêkirin û ya îmze kirye jî dîsa mêr in. 
 
‘EV HIŞMENDIYA ÎKTÎDARÊ YA LI DIJÎ JINÊ YE'
 
Welatiya Wanî Figen Çolakoglu, diyar kir ku ev proje li Bûrsa û Meletiyê jî xistin meriyetê û niha dixwazin li Wanê jî têxin meriyetê û wiha got: "Niha li Wanê bi destê mêran xebatek wisa dan destpêkirin. Di vê projeyê de jin tune. Bi temamî mêr heye. Dixwazin qada jiyana jinê teng bikin û jinan ji civakê dûr bixin. Dixwazin zayendîperestiyê pêş bixin. Ev kampanya hişmendî û nêzîkatiya îktîdarê ya li dijî jinê nîşan dide. Hişmendiya 'Jinek kengî bizewice, kengî derkeve kolanê, kengî çi li xwe ke, kengî bi axive" ava dikin. Em vê polîtîkayê red dikin û em dê li dijî wê têbikoşin. Mafê jinan ên hiqûqî jî binpê dikin. Em vê kampanyayê bi tundî şermezar dikin." 
 
‘BILA BERÊ MÊR PERWERDE BIBIN'
 
Emine Bozkurt jî bertek nîşanî vê kampanyayê da û wiha got: "Dema ev kampanya dan destpêkirin nerîn û fikra jinê negirtin. Ev kampanya ji bo me pêkenok û trajik e. Em jin vê yekê qet qebûl nakin. Ger ku em îro vê yekê qebûl bikin dê mudaxaleyî her tiştê me bikin. Dê mudaxaleyî cilê me, meşa me, axaftina me û aqilê me bikin. Em dê zerar û talûkeya vêyekê ji hemû derdorê xwe re bêjin û em destûr nadin vê yekê. Bi ve yekê dixwazin rê li pêş tundî, tacîzê vekin. Mêrên ku ev kampanya dane destpêkirin divê berî her tiştî biçin perwerde bibin û hişmendiya xwe rast bikin. Yên ku tacîz û îstîsmarê dike mêr e. Yê ku ev kampanya dan destpêkirin jî mêr in. Ger ku dixwazin civakek bi sinc û xweşik ava bikin divê berî her tiştî aqilê xwe biguherînin. 
 
GAVA TUNEKIRINA JINÊ YE
 
Tugba Kurt jî anî ziman ku gava ewil a ku dixwazin jinê tune bikin dûrxistina jinê ya ji nava civakê ye û ev kampanya xizmeta vê yekê dike. Kurt, destnîşan kir ku ger kampanya otobusên pembe têkeve meriyetê dê tacîz, tundî, îstîsmar zêde bibe û rê li pêş vê yekê bê vekirin. Dê bixwazin jinê têxin bin kontrola xwe. Divê hemû jin ji bo pêşeroja xwe li dijî vê yekê serî hildin." 
 
DIXWAZIN JINAN ÎZOLE BIKIN
 
Eylem Uca jî bertek nîşanî vê kampanyayê da û destnîşan kir ku bi vê yekê dixwazin jinan ji civakê dûr bixin û îzole bikin. Uca, da zanîn ku ew vê yekê qekûl nakin û li şûna mêr ceza bikin jinan ciza dikin. Uca, da zanin ku dixwazin wan di malê de hepis bikin, lê ew vê yekê qebûl nakin. 
 
MÊR ÎMZE DIKIN
 
Seher Kadirhan jî anî ziman ku ev kampanya trajikomik e û wiha got: "Ev kampanya bi destê mêran tê meşandin. Mêr li ser navê jinê biyar didin. Mêr tacîz dikin û mêr dixwazin jiyana jinan bi teşe bikin. Em destûr nadin vê yekê."
 
Mesude Demir ji bertek nîşani vê yekê da û diyar kir ku ew dê heta dawî li dijî vê hişmendiyê têbikoşin û destûr nadin.