Aktîvîstê TJA'yê jinên di tekstîlan de dixebitin ziyaret kirin

  • jin
  • 13:36 27 Cotmeh 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya kampanya “Em xwe eiparêzin” de, li navçeya Hezexê jinên di atolyeyên tekstîlan de dixebitin ziyaret kirin. 
 
Aktîvîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de, bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi jinên ku di atolyeyên tekstîla Şivan Tekstîl, Îdîl tekstîl û Asmîn tekstîlê de dixebitin ziyaret kirin.  Aktivîstên TJA’yê, li atolyeyan belavokên "Em xwe diparêzin" li jinan belav kirin û derbarê naveroka kampanyayê de, jin agahdar kirin.