1’emîn Konferansa Jineolojiyê dest pê kir

  • jin
  • 12:40 12 Çile 2018
  • |
img

DÊRIK - 1’emîn Konferansa Jineolojiyê bi dirûşma “Jineolojî rastiya civakê, bi xwezaya jinê ronî dike” li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di konfederasyonê de got: "Divê jin êdî zincîrên koletiyê bişkîn in." 

1’emîn Konferansa Jîneolojiyê li navenda Çand û Hûnera Dicle ya  Dêrika Kantona Qamişloyê bi dirûşmeya "Jineolojî rastiya civakê, bi xwezaya jinê ronî dike." dest pê kir. 200 delegeyên ji Rojava-Bakurê Sûriyeyê û ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Konferansê bûn. Ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen, Suryanî, Çerkez û Ermenî jin beşdarî konferansê bûn. Salona Konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jinên têkoşer ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn, hat xemilandin. Pankertên "Modernîteya Demokratîk serdema şoreş û şaristaniya jinê ye,” “Jin jiyan azadî,”  “Bi Sarayan ber bi vîna azadiyê ve, bi Sêvêyan ber bi rêveberiyên xweser ve" hatin daliqadin. 
 
RAMANÊN OCALAN E 
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û axaftina destpêkê Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Fûza Yûsif kir. Yûsif, bal kişand ser ramanên Rêberê PKK'ê yê Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinê û wiha axivî: "Divê jin êdî zincîrên koletiyê bişkîn in. 
 
Yûsif, keda 1'emîn Konferansa Jineolojiyê pîroz kir û wiha got:"Ji bo jin kesayeta xwe nas bikin û civakê azad bikin ev konferans gelek girîng e. Li ser navê hemû jinên azadîxwaz em vê konferansê diyarî xwediyê vê fikra azad Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ji bo jin azad bibin, zincîra koletiyê bişkînin û xwe nas bikin Abdullah Ocalan fikrê Jîneolojiyê pêşkeş me jinan kir."
 
 KONFERANSA JÎNEOLOJIYÊ GIRÎNGE
 
Yûsif, ji bo avakirina komîteya jînolojiyê li Rojava/Bakurê Sûriyeyê gelek lêkolîn hatin meşandin û wiha bilêv kir: "Ji bo jin çand, nirx û hunera ku ji destên wan hatin dizîn paşve bistînin, azad bijîn û têbikoşinê 1'emîn Konferansa Jîneolojiyê girîng e." Foza di dawiya axaftina xw ede serkeftin ji 1'emîn Konferansa Jîneolojiyê re xwest û wiha got: "Hêviya me ew e ku ev yek dê ji bo azadiya jin û civakê bibe gaveke herî girîng di azadiya jinê de." 
 
Hat payîn ku Konferansa Jîneolojî du rojan berdewam bike. Di roja yekemîn de dê axaftin bên kirin, sînevîzyona li ser xebatên jinelojiyê bên temaşekirin, wê persbektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tehlîlên sosyolojîk werin xwendin.
 
Di roja duyemîn de jî wê rapora jineolojiyê bê xwendin û konferans bi dawî bibe.