Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin

  • jin
  • 15:55 30 Cotmeh 2020
  • |
img
ŞIRNEX - TJA'yê li Sîlopiyê,  panela “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê” li dar xist. Nûran Îmîr a HDP'î di panelê de axivî û got: "Dewletê rolên xwe yên zayendperest û serdest dewrî zilaman kiriye. Divê em li dijî vê îtîraza xwe mezin bikin û parastina xwe dewam bikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, panela “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê” li dar xist. Panel bi tevlîbûna Meclîsa Jinên HDP'ê, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê û gelek jinan hat lidarxistin. Moderatoriya panelê aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sirnexê Nuran Îmîr weke axaftvan tevlî panelê bûn.
 
Panel bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr bal kişand ser tundiya li dijî jinan û wiha axivî: "Dewletê rolên xwe yên zayendperest û serdest dewrî zilaman kiriye. Divê em li dijî vê îtîraza xwe mezin bikin û parastina xwe dewam bikin."
 
'TUNDIYA LI DIJÎ JINAN POLÎTÎK E' 
 
Îmîr, bal kişand ser girîngiya kampanyayê û wiha got: "Di çarçoveya kampanyayê de, em bi jinên ku di her qadên jiyanê de dixebitin, têkoşîn dikin, bi tundiyê re rû bi rû dimînin dicivin. Ger em li dijî tundiya heyî rêxistinbûyîna xwe mezin bikin, em ê xwe bêtir biparêzin. Di sedsala 21'emîn de qirkirina li dijî gelan berdewam dike, ji aliyek din ve, qirkirina zayendî ya li dijî jinan jî didome. Jin ji hêla hişmendiya zilam a zayendparêz û zilamê serdest ve rastî tundiyê tên. Em dikarin bi rêxistinbûnê li dijî vê yekê têbikoşin.Em dikarîn bi têdikoşînê li dijî civaka zayendperest û mêran civakeke d emokratîk biafirînin.Hemû şêwaz û cûreyên tundiya li dijî jinan polîtîk e. Ji ber ku ev bi destê dewleta desthilatdar pêk tê. Ji aliyekî jin li malê ji hêla hevserên xwe ve rastî şîdetê tên, ji aliyekî jî di kar de ji hêla patronên xwe yên mêr ve rastî şîdetê tên. Civakên li Mezopotamyayê hatine avakirin li gorî pergalên serdest hatine damezrandin. Pergala serdest jî li ser bingeha zilm û zordestiyê hatiye avakirin. Em bi zêdekirina nerazîbûna xwe û bi beşdarbûna tekoşîna jinan xwe biparêzin."
 
Piştî Îmîr moderatora panelê Emîne Înan axivî. Înan jî bal kişand ser armanca kampanyaya TJA'yê û bang li hemû jinan kir ku di pêvajoyeke wiha de bi xwe parastinê li dijî hişmendiya zayendparest biparêzin.
 
Panel bi nirxandinên jinan bi dawî bû.