Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê

  • jin
  • 11:01 4 Mijdar 2020
  • |
img
DERSIM – Li Dersimê H.K. ku cihê lê dixebitî hat tacîzkirin, diyar kir ku xwediyên cihê kar xwestine ser tacîza lê hatiye kirin bigirin û got ku ji bo cezakirinê tişta ji destê wê bê dê bike. 
 
Di 27’ê cotmehê de li xwaringeheke li taxa Ataturk a Dersimê, xebatkarê bi navê Huseyîn Polat ku xizmê xwediyê xwaringehê ye, xebatkara jin a bi navê H.K. tacîz kir. H.K. tacîzê lê tê kirin ji xwediyên xwaringehê S.D. û D.D. re dibêje û S.D. û D.D. jî jê re dibêjin: “Heke tu pir aciz bî dikarî ji kar derkevî.”
 
ÎFADEYA TACÎZKER LI CIHÊ KAR DIGIRIN
 
Ji ber vê hewldana veşartinê ya ser tacîzê lê hatiye kirin, H.K. di 2’ê mijdarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dide û Huseyîn Polat gilî dike. Serdozgerî, ji bo Huseyîn Polat biryara dûrxistinê da. Gotina H.K. li Miduriyeta Emniyetê ya Dersimê hat girtin û gotinên Huseyîn Polat û xwediyên xwaringehê jî li cihê kar hatin girtin. 
 
GELEK JINAN TACÎZ KIRIYE
 
H.K. derbarê bûyerê de axivî û diyar kir ku dema ku bûyerê ji xwediyên xwaringehê re vegotiye wan jî qebûl kiriye ku Huseyîn Polat tacîzkar e û beriya niha gelek jinên din jî tacîz kiriye û rêya derketina ji kar dane pêşiya wê. H.K. got ku ji bo pêşî li tacîzê bê girtin tacîza lê hatiye kirin vegotiye û xwest ku jin li cem wê bin. 
 
MA / Ayşe Surme