TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev

  • jin
  • 16:44 5 Mijdar 2020
  • |
img

RIHA / COLEMÊRG – Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li Riha û Colemêgê bi jinan re hatin gel hev.

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanya xwe ya “Em xwe diparêzin” didomînin. Di çarçoveya kampanyayê de aktîvîstên TJA’yê li Riha û Colemêrgê bi jinan re hatin gel hev. 
 
Bernameya li Rihayê li navçeya Pirsûsê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk jî di nav de aktîvîstên TJA’ye tevlî bernameyê bûn. Aktîvîstan li taxên Pirsûsê belavokan li jinan belav kirin. Aktîvîstan li taxan serdanên malan kirin û derbarê kompanyayê de jinan agahdar kirin. Li taxan jinan eleqeyeke mezin nîşanî aktîvîstên TJA’yê dan. 
 
Li Colemêrgê jî aktîvîstên TJA’yê bi beşdariya parlamenterên HDP’ê Mûazzez Orhan û Semra Guzel serdanên malan kirin û jinan derbarê kampanya “Em xwe diparêzin” de agahdar kirin.