Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!

  • jin
  • 10:27 9 Sibat 2021
  • |
img

WAN – Qeyûmên tayînî şaredariyên HDP’ê hatine kirin bi gotina “ne hewce ye” miduriyetên jinan ya digirin an jî bêfonksiyon dihêlin an jî radestî zilaman dikin. Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî got ji reng û hêza jinan ditirsin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 3 şaredariyên bajarê mezin, 5 bajêr û bi giştî 65 şaredarî qezenc kiribû. Bi hêceta 6 namzetên HDP’ê hatine îxrackirin mazbata nedan wan  û di şûna wan de namzetên AKP’ê yên têkçûbûn hatin wezîfedarkirin. Ji ber vê yekê 59 şaredarî di destê HDP’ê de man. Ji ber tayînkirina qeyûman, bi zexta qeyûm dê were danîn hin hevşaredaran îstîfa kir û şaredarek jî hat îxrackirin bi vî awayî şaredariyên di destê HDP’ê de mane daket 6 heban. 
 
Bi danîna qeyûman re ewilî miduriyetên jinan, yekîneyên jinan û navned û saziyên jinan bûn armanc. Hin qeyûm bi vê re sînor neman, zilaman danîn ser miduriyetên jinan. Her wiha piştî danîna qeyûman hevserokatî kirin armanc û di dozên hin hevşaredaran de hevserokatî wek “sûc” hat nîşandan. 
 
ARMANCA EWIL 
 
HDP’ê di 18’ê tebaxa 2020’an de raporek derbarê qeyûman de belav kir û di raporê de hat destnîşankirin ku qeyûm saziyên jinan ku li dijî tundiyê têdikoşiyan pasîfîze kiriye û jinên li van saziyan dixebitin an ji kar hatin derxistin an jî li yekîneyên cuda hatin wezîfedarkirin. 
 
REWŞA DAWÎ YA LI ŞAREDARIYAN 
 
Li herêma Serhedê qeyûmên danîne ser şaredariyên HDP’ê saziyên jinan kirin armanc û van saziyan bêfonksiyon hiştin e. 
Li hin şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de rewşa dawî wiha ye: 
 
* Şaredariyên navçeyên Artemêtan, Tûşba, Elbak, Payîzava, Qelqelî û Ebex ên Wanê: Li van 6 şaredariyan miduriyet an jî yekîneyên jinan tune ne. Polîtîkayên derbarê jinan de di bin navê Miduriyeta Karên Çand û Civakîe de birêve dibin. 
 
* Şaredariya Erdîşê: Qeyûm ewilî Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Miduriyeta Polîtîkayên Jinan de girt. Miduriyet salek berê bêfonksiyon hat hiştin. 
 
* Şaredariya Miksê: Miduriyeta Jinan nîne. Ji bo vê yekê hêceta “kêmasiya personelan” tê nîşandan. Jinên ji bo pirsgirêkên xwe serî li şaredariyê didin arasteyî zilaman dikin. 
 
* Şaredariya Bêgirê: Pirtûkxaneya Jinan a Eyşe Şan û Mêvanxane ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Midurê Navenda Perwerdehiya Gel a Navçeyê Bunyamîn Polat anîn ser Miduriyeta Xizmetên Jinan û Malbatê. 
 
* Şaredariya Qelqeliyê: Du serayên ji aliyê şaredariyê ve hatin çêkirin xebata wan ji hêla qeyûm ve hat sekinandin. Navenda Çandê ya Jinan a Çilkezî hat girtin. 
 
* Şaredariya Qereyaziya Erziromê: Qeyûm Mala Bêhnvedanê ya Jinan bêfonksiyon hişt. 
 
* Şaredariya Giyadîna Agiriyê: Qeyûm zilamek danî ser Miduriyeta Polîtîkayên Jinan û Malbatê. 
 
* Şaredariya Qersê: Qeyûm navê Mor Cafe wek “Turkuaz Kafe” guhert û navê Xeta Mor jî guhert. Miduriyeta Xizmetên Jinan û Malbatê hat pasîfîzekirin. 
 
* Şaredariya Îdirê: Xizmeta Jinan û Malbatê ewilî kirin bin banê Miduriyeta Karên Çand û Civakî. Pişt re jî miduriyet hat girtin. 
 
* Şaredariya Norşêna Bedlîsê: Bi hêceta “hewce nake” Miduriyeta Xizmetên Jinan û Malbatê hat pasîfîzekirin.  
 
* Şaredariya Colemêrgê: Miduriyeta Xizmetên Jinan û Malbatê radestî zilamek ku li saziyek din midur bû hat kirin. 
* Şaredariya Geverê: Miduriyeta Jinan hat pasîfîzekirin. 
 
‘DI BIN DAGIRKERIYA ZILAMAN DE TÊ BIRÊVEBIRIN’ 
 
Hevşaredara Navçeya Qelqeliyê Dîlan Orencî vê tabloya li jorîn a ji aliyê qeyûman ve pêk hatiye ji ajansa me re nirxand. Orencî anî ziman ku dema ew ewilî hatine ser kar saziyên jinan ên ji aliyê qeyûmên berê ve hatibûn girtin ji nûve vekirin û carak din yekîneyên jinan aktîf kirin. Orencî destnîşan kir ku armanca êrişên li ser şaredariyên wan ew e ku ew şaredariyan bi pergala hevserokatiyê birêve dibin. Orencî got îqtîdar naxwaze şaredarî ji aliyê pergala hevserokatiyê ve birêve biçe û dixwazin bi zîhniyeta zilam birêve bibin û ji ber vê yekê jî êrişî ser şaredariyên wan dikin. Orencî anî ziman ku qeyûman zilaman daniye ser saziyên jinan û gelek sazî jî bi gotinên “ne hewce ye” hatine girtin û bêfonksiyon hatine hiştin. Orencî destnîşan kir ku ji ber îqtîdar ji hêz û rengên jinan ditirse saziyên jinan hemû girtiye û gelek sazî jî di bin dagirkeriya zilaman de tê birêvebirin. 
 
MA / Ozlem Yayan