Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin

  • jin
  • 14:08 10 Sibat 2021
  • |
img

AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî tecrîdê xwestin li ber Gîrtîgeha Amedê ya Tîpa D daxuyaniya çapemeniyê bide, lê polîsan bi hêceta pandemiyê daxuyaniyê asteng kir. 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D daxuyanî bide çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê ber girtîgehê ji aliyê polîsan hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosun, rêveberên Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan bi hêceta pandemiyê destûr neda ku daxuyanî were dayîn. 
 
ASTENGIYA DUYEMÎN  
 
Jin pişt re derbasî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê bûn û xwestin li ber HDP'ê daxuyanî bidin. Lê belê polîsan dîsa çalakiya jinan dorpêç kir û nehiştin ku daxuyaniyê bidin. Jinan li dijî astengkirina polîsan  bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşan dan. Jinan dirûşmên wek “ Bijî berxwedana zindanan”, “Azadî ji bo girtiyên sîyasî”, “ Em ê bi ser bikevin”, “ Kurdîstan, ji bo faşîstan ew ê bibe goristan” berz kirin.
 
JI BO GIRTIYAN WÊ QÎR BIKIN 
 
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun axaftinek kir û got: “Me xwest îro ji bo piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin lê dîsa jî derdorê me dorpêç kirin. Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 76’an û em ê qîrîna  grevên birçîbûnê li cîhanê hemû belav bikin. Em ê ji bo aştî û aramiyê ji qadan neçin û li ber xwe bidin.”
 
Parlamenter Semra Guzel jî daxuyaniyek kurt da û banga piştevaniya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan kir û got ew ê dengê girtiyan li her deverê ragihînin.