Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin

  • jin
  • 09:03 16 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Jinên sosyalîst, destnîşan kirin ku tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike, lewma rêya azadiyê bi rakirina tecrîdê pêkan e. 

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha didome û niha bandor li tevahiya civakê kiriye.   
 
Jinên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger û nûnerên Partîzanê tecrîdê û bandora wê ya li civakê nirxandin. 
 
AZADÎ TÊN TECRÎDKIRIN 
 
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan tenê ne binpêkirina mafekî ye, tê wateya "tecrîdkirina gelekî". Gumuştaş, bilêv kir ku heger Tirkiye astengiya (tecrîd) li ber prisgirêka kurd raneke, tu şensê wê yî ku di warê demokrasî û azadiyan de pêş bikeve tune ye. Gumuştaş, dnî ziman ku ji bo ku pêşî li ber azadiyan rabe divê tecrîda li Îmraliyê rabe û pêvajoya muzakereyê dest pê bike. 
 
PEYAM JI BO KESÊN TÊKOŞER 
 
Gumuştaş, anî ziman ku di heman demê de tecrîda li ser Ocalan li civakê jî tê ferzkirin û got: "Civaka Tirkiyeyê, bi salan e bi polîtîkaya tecrîdê re dijî. Pergala Îmraliyê, awayê herî faşîzan ê tepisandina dengê gelekî ye. Tecrîd polîtîkayeke dewletê ye ku sîrayetî tevahiya civakê kiriye. Tecrîdeke wiha, peyam e ji bo hemû hêzên têkoşer ên Tirkiyeyê." 
 
ÇAVKANIYA ÎLHAMA JINAN 
 
Gumuştaş, anî ziman ku têkoşîna Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn reçeteya rizgariyê ye û got: "Heger pêşî li ber Ocalan bê vekirin, beriya her tiştî dê pêşî li ber hemû azadiyan bê vekirin. Ji bo vê jî têkoşîneke taybet divê." 
 
Gumuştaş, diyar kir ku bi saya Ocalan destkeftiyeke wekî hevserokatiyê çêbûye û di heman demê de bûye sedema Şoreşa Rojavayê ku wekî şoreşa jinê tê dîtin. Gumuştaş got: "Ev têkoşîn û felsefe çavkaniya îlhama jinên Tirkiyeyê ye." 
 
POLÎTÎKAYA TUNEKIRINÊ 
 
Nûnera Partîzanê Sînem Ozkanê jî anî ziman ku tecrîd perçeyele konsepta êrîşkirinê ye û got: "Dewlet, li hemberî kurdan bi polîtîkayeke çewisîner û tepisandinê tevdigere. Bi tecrîda li ser Ocalan tê xwestin ku tevgera azadiyê ya kurd û daxwazên rewa yên gelên kurd bên qeydûbendkirin. Tecrîda li Îmraliyê, ji bo tunekirina vîn û têkoşîna gelê kurd e." 
 
ÊRÎŞA LI SER DESTKEFTIYÊN JINAN 
 
Ozkan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan herî zêde bandorê li jinan dike û got: "Destkeftiyên têkoşîna azadiyê ya jinan hedef tên girtin û tên xespkirin. Di tayinkirina qeyûman de, ewilî êrîş birin ser saziyên jinan. Endam û aktivîstên TJA'yê tên binçavkirin û girtin." 
 
DAXWAZÊN GIRTIYAN 
 
Ozkan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin. Ozkan, anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne û li dijî polîtîkayên tecrîdê divê li derve muxalefete civakî bê afirandin. 
 
RÊYA AŞTIYÊ 
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren jî tecrîda li ser Ocalan wekî "dijminatiya bi kurdan" wesifand û destnîşan kir ku armanca vê ew e ku kord çok vedin. Oneren, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku dengê muxatabê aştiyê Ocalan bê tepisandin û rêyên aştiyê bên xitimandin. Oneren, bilêv kir ku ji ber ku tecrîd giran bûye, aloziya li welêt jî krûtir bûye û got: "Ê ku herî zêde tesîrê ji vê digirin jî jin in. Li welt çi biqewime ewilî abndorê li jinan dike û ewilî jin hedef tên girtin. Bi tecrîdê re tahdeya li jinan tê kirin û komkujî zêde dibin. Tecrîda li Îmraliyê, li tevahiay civakê belav bûye. Lewma daxwazên girtiyan daxwazên jina ne jî." 
 
Ê BÊHNA CIVAKÊ DERKEVE 
 
Oneren, anî ziman ku heger tecrîd bê rakirin dê pêşî li ber aştî û azadiyê jî vebe û her wiha dê tahdeya li jinan tê kirin kêm bibe û wê bêhna civakê derkeve. 
 
MA / Semra Tûran