Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje

  • jin
  • 09:06 17 Sibat 2021
  • |
img

ÎZMÎR- Jinên ku li navçeya Konakê esnaftiyê dikin, diyar kirin ku nikarin heqê kirê û deynên bacê bidin û gotin: "Ne pandemî, ê xizanî û birçîbûnî mirovên li vê derê bikuje." 

Li Tirkiyeyê esnafên jin ji ber krîza aborî nikarin karê xwe bi rê ve bibin. Esnafên li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konak a Îzmîrê, diyar kirin ku êdî nikarin kirêya dikanên xwe û deynên bacê bidin û ji ber vê gelek esnafan derabeyên xwe danîne. 
 
ZEM
 
Esnaf Yasemîn Yildirim ku marketa wê heye, anî ziman ku ji ber pandemiyê karê wan ji sedî 80'ê kêm bûye û êdî nikarin heqê kirêyê û bacê bidin. Yildirim, destnîşan kir ku di pêvajoyeke pir zehmet re derbas dibin û got: "Zem li ser zemê tê kirin. Hin ber hene ku em jî nikarin bikirin. Ji lewra tim biha dibin. Êdî em fedî dikin fiyetê beran ji mişteriyan re bibêjin." 
 
BIRÇÎBÛN 
 
Yildirim, anî ziman ku berên li marketa wê li ser hev du biha dibin û got: "Ez qaba hêkan bi 25 TL'yan difiroşim. Şîr 4 TL bû, niha bûye 5 TL. Qola ku salê carekê biha dibû hefteya borî bû 9 TL. Rûn bûye 68 TL. Di vê pêvajoyê de kesî ji bo kirê alîkariya me nekiriye. Niha bi zorê heqê kirê û deynên bacê didim. Ne pandemî, ê xizanî û birçîbûnî mirovên li vir bikuje." 
 
Mulkiye Ari ku dikana wê ya ecînê heye, destnîşan kir ku piştî pandemiyê karê wan ji binî ve nemaye. Ari, diyar kir ku heqê kirêya dikana wê 400 TL ye û got: "Ev der, semteke xizan e. Her meh 200-300 TL heqê ceryanê tê. Em dikanên xwe vedikin, lê em dixisirin. Tu vekî derd, tu venekî derd. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Berê me du rojan carekê 5 kîlo ecîn difirot. Niha em heftê nikarin 5 kîloyan bifiroşin. Em perîşan bûne. Pandemî herî zêde bandor li jinan dike." 
 
DIKANÊN XWE DIGIRIN 
 
Asya Akinci jî ku dikana wê ya kincan heye, bilêv kir ku êdî nikarin heqê kirêya xwe bidin. Akinci, da zanîn ku di meha dawî de li taxê 4-5 esnafan dikanên xwe girtine.  Fatma Aycan jî got: "Serokomar dibêje, ê ji bo kirê aliyê esnafan bikin. 750 TL ne heqê kirêya xaniyê min e. Îja ez ê çawa heqê kirêya dikanê bidim."