Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e

  • jin
  • 09:20 19 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Aktivîsta mafên jinan a alman Liv Thîele, diyar kir ku şikandina tecrîda li ser Ocalan peywirek e ji bo hemû enternasyonalîstan û kesên azadîxwaz. Thîele got: "Divê em her kêliyê şer bikin, ji bo azadiya Ocalan." 

Felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li seranserê cîhanê bandorê li gelek kesan kiriye. Yek ji van kesên ku tesîr ji felsefeya Ocalan girtiye jî aktivîsta mafên jinan a alman Lîv Thîele ye. Thîele, behsa bandora felsefeya Ocalan û tecrîda li ser Ocalan kir. 
 
ŞOREŞA JINÊ 
 
Thîele ku Ocalan wekî "fîlîzof" pênase kir, anî ziman ku di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê de fikrên Ocalan nas kiriye û berxwedêrên ku gel parastin bandoreke mezin lê kiriye. Thîele, diyar kir ku bi têkoşîna li Rojavayê şoreşa jinê pêk hatiye û bi vî awayî gelê kurd nas kiriye. Thîele got: "Min fêm kir ku pêdivî bi şoreşa jinê û parastina têkoşîna jinê heye li hemberî pergala kapîtalîs. Wê kêliyê min enternasyonalîzma tevgera azadiyê nas kir. Lê belê ji bo min motîvasyona herî mezin rojnivîska şoreşa jinê, çîroka Sakîne Cansiz û gelek jinên din bû. Min bi vê dîtin û motîvasyonê dilê felsefeya Ocalan nas kir." 
 
TÊKOŞÎNA BÊHEMPA YA JINÊN KURD 
 
Thîele, anî ziman ku di bîrodizya Ocalan de têkoşîna rizgariya jinê bivê nevê ye û çirûska têkoşîna tevgera azadiyê jin in û azadiya jinê jî krîtera wê ya herî girîng e. Thîle, bilêv kir ku rêxistinbûyîna xweser a tevgera jinên kurd, li seranserê cîhanê têkoşîneke bêhempa ye û got: "Fikirên Abdullah Ocalan, di têkoşîna şoreşê û avakirina Konfederalîzma Demokratîk de hêza herî xurt e. Gelê kurd û nexasim jî jin, ji bo jiyaeke demokratîk û azad, li seranserê cîhanê xwedî bandor in." 
 
ALTERNATÎFA JIYANEKE NÛ Û FIKRÊN WÎ
 
Thîele, destnîşan kir ku fikirên Ocalan, alternatîfek e ji bo jiyana nû û azadiya jinê jî bingeha bîrdoziya Ocalan e. Thîele, anî ziman ku di heman demê de bi vî awayî dahûrandinên çînî û nîjadî jî hatine temamkirin û got: "Girîng e ji ber ku di sînorên neteweyî de asê namîne û ji bo rizgariya jinan, ciwanan û gelên mazlûm xwedî rol û ristekê ye. Tişta herî zêde bandor li min kir jî ev e. Lewma fikirên wî ji bo min ronahî ne. Bi nivîsên xwe û fikirên xwe gelek jinên Rojhilat Navîn xurt kir û vîna wan a şer bihêz kir." 
 
TECRÎD
 
Thîele, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan jî û got: "Rejîma AKP-MHP'ê pir ditirse ku fikirên Ocalan belav bibin. Îşkence û tecrîda li Girava Îmraliyê, ji bo şikandina paradîgmaya Abdullah Ocalan tê kirin." 
 
Thîele, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser kesekî, li ser hemû kurdan, jinan û derdorên îlham ji felsefeya wî ya demokratîk girtina tê pêkanîn. Thîele, anî ziman ku çendî ku Ocalan tê îzolekirin jî, lê belê her diçe fikirên wî dorfirehtir dibin û got: "Bi têkoşîna xwe her roj mirovan bihêz dike û ji bo wan dibe îlham. Tecrîd çi qasî xurt be, divê berxwedan jî ew qasî xurt be." 
 
JI BO AZADIYÊ... 
 
Thîele, anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe di nav gelek xebatan de cih girtiye û piştgiriya kampanyaya 'şikandina tecrêd, faşîzm û dagirkeriyê' dike. Thîele got: "Divê em li dijî krîmînalîzekirina Ocalan xwe birêxistin bikin û xwedî helwesteke zelal bin.  Şikandina tecrîdê, peywirek e ji bo hemû enternasyonalîstan û kesên azadîxwaz. Divê tecrîd, perçeyek ji me be. Divê em her kêliyê şer bikin, ji bo azadiya Ocalan."
 
Thîele di dawiya axaftina xwe de got: "Girîngiya azadiya Ocalan bi peyvan nayê bilêvkirin. Ocalan, ji ber ku rizgariya hemû gelan e, azadiya wî jî ji bo hemû gelan xwedî wateyeke muazam e. Azadiya Abdullah Ocalan, dibe ku bibe destpêka mirovahiyeke azad û dibe ku ji bo rêxistinbûyîna xweser a jinan û pêkanîna konfederalîzma jinên cîhanê derîne mezin veke." 
 
MA / Semra Tûran – Berna Kîşîn