Li Îzmîrê jinek hat kuştin

  • jin
  • 09:42 19 Sibat 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Li navçeya Kemalpaşayê Meral Şen, ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve hat kuştin.
 
Li kolana 196'an a Taxa Mehmet Akîf Ersoy a navçeya Kemalpaşaya Îzmîrê duh saet 23.00’an de Meral Şen a 40 salî ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve bi giranî hat birîndarkirin. Li ser îhbarê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê Meral Şen a giran birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kemalpaşayê. Li gel hemû hewldanan jî Şen jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat diyar kirin ku faîlê ku Şen kuştiye bi erebeyeke spî ji cihê bûyerê reviya ye û piştî demekê erebe li Nazarkoyê bi awayekî terkkirî hatiye dîtin.