Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir

  • jin
  • 09:09 27 Sibat 2021
  • |
img

RIHA - Saîme Arslan ku da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir got: "Feraseteke wekî 'bila jin nexebite, li malê li zarokên xwe binere' heye. Ez li ber vê ferasetê rabûm." 

 
Li navçeya Halîliye ya Rihayê Saîme Arslan a 40 salî, li ber feraseta ku "divê jin nexebite, li malê li zarokên xwe binere" rabûye û kargeha xwe vekiriye. Dayika 3 zarokan Arslan, piştî salên dû dirêj dikana xwe ya kuafortiyê vekiriye. 
 
Arslan, diyar kir ku heger jin bixwazin dikarin xwe bi xwe li ser pêyan bisekinin û got: "Jin, bêyî ku muhtacî kesî bibin, divê xwe bi xwe di warê aborî de jiyana xwe bi rê ve bibin."
 
Arslan, ji ber ku xwe bi xwe kargeha xwe vekiriye, ji bo vê dibêje "serketin". Arslan got: "Ez bi keda xwe xebitîm. Divê jin xw ebi xwe li ser pêyan bisekinin û muhtacî kesî nebin." 
 
LI BER FERASETA 'JIN NIKARE BIXEBITE' RABÛ 
 
Arslan, behsa kargeha xwe kir ku çawa vekiriye: "Ewilî, hevjînê min nedixwest. Lê belê, gava dît ez li ber xwe didim, wî jî aliyê min kir. Ez çûm kursan, min li ber xwe da û bi ser ketim. Min xwe pêş ve bir. Di nav civakê de feraseteke wekî 'bila jin nexebite, li malê li zarokên xwe binere' heye. Ez li ber vê ferasetê rabûm. Min dikana xw evekir. Niha hem debara malbata xwe dikim hem jî karê xwe dikim. Di navebra jiyana min a berê û ya niha de ferqek pir mezin heye." 
 
PIŞTEVANΠ
 
Gûrbet Boncûk a 24 salî jî ku du sal in li cem Arslanê dixebite, diyar kir ku 12 sal in kuafortiya jinan dike. Boncûk, bilêv kir ku feraseta 'jixwe jin ê bizewice" wê nedane xwendin û got: "Piştî ku min dibistana navînq edand, nehiştin bixwînim. Ez jî hînî vî karî bûm. Bi gotinên wekî 'tu nikarî bikî' re rû bi rû mam. Lê gere jin tu carî muhtacî kesî nebe. Xwe bi xwe li ser pêyan bisekine." 
 
Boncûk, diyar kir ku têkiliya di navbera wê û Arslanê de, en têkiliyeke patron-karker e, têkiliyeke wekî ya xwişkîtiyê ye. Boncûk, destnîşan kir ku piştevaniya jinê dê karibe ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkeve.