Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?

  • jin
  • 09:11 27 Sibat 2021
  • |
img

WAN - Li welatê ku 83 milyon nifûsê wê heye û nîviyê vî nifûsê jin in, tenê 145 stareyên jinan hene. Endama Komeleya Jinan a Starê Meryem Aslan, anî ziman ku dê di 16'ê adarê de tevî 29 komeleyan kampanyayekê bidin destpêkirin. 

 
Wekî gelek welatan, li Tirkiyeyê jî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îsal di şert û mercên taciz, tecawizî tahde û kuştinan de tê pêşwazîkirin. Li gor Rapora Wekheviya Zayendî ya 2020'an Tirkiye di nav 153 welatan de di rêza 130'yem de ye. Her wiha li gor rapora Rêxistina Tevkariya Aborî (OECD) jî di warê tahdeya li jinê di rêza yekem de ye. Li gor daneyên sala 2020'î yên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) jî li Tirkiyeyê 300 jin hatine kuştin. 
 
Ji xeynî vê çendî ku nifûsa Tirkiyeyê 83 milyon be û nîviyê vî nifûsî jin bin jî, tenê 145 stareyên jinan hene û kapasîteya van stareyan jî bi giştî 3 hezar û 482 ye. Her wiha şert û mercên van stareyan jî cihê rexneyan e. 
 
Endama Komeleya Jina ya Starê Meryem Aslan, rewşa heyî û gavên ku divê bên avêtin nirxandin. 
 
30 ŞAREDARIYÊN MEZIN Û 9 STARE 
 
Aslan, diyar kir ku hejmara stareyên heyî pir kêm e. Aslan, da zanîn ku 30 şaredariyên bajarên mezin hene, lê tenê 9 stareyên wan hene. Aslan, destnîşan kir ku ji bo ku balê bikişînin ser vê rewşê dê di 16'ê Adarê de tevî 29 komeleyên jinan dest bi projeyekê bikin. Aslan, anî ziman ku li Wanê jî tenê stareyeke jinan heye, lê belê gava mirov nifûsa bajêr bîne ber çavan ev stare qet têr nake û her wiha ji roja hatiye avakirina heya niha stareyeke bipirsgirêk e. Aslan, destnîşan kir ku jin tenê dikarin mehekê li vê stareyê bimînin û got: "Zarokên kur ên umrê wan di ser 10 salan re nikarin tevî dêyên xwe bimînin. Dê jî naxwazin zarokên xwe bi tenê bihêlin. Ji ber vê ji bêgavî diçin cihine din. Li van deran jî tahde li wan tên kirin. A rast ji bêgavî cardin berê xwe didin cihê ku tahde li wan tê kirin."
 
Aslan, anî ziman ku piştî ku sazî û komeleyên jinan hatine girtin, qad li jinan teng bûye û ev yek di dema şewba Covîd-19'ê e girantir bûye. Aslan got: "Qadeke ku jin karibin xwe bînin ziman û azad hîs bikin tune ye. Bi girtina saziyan re jin bi tenê hatin hiştin. Li her derî pêşî li ber jinan tê girtin. Bi girtina saziyan re ji jinan re hatiye gotin, 'herin li çareya serê xwe binerin.'" 
 
ŞERT Û MERCÊN STAREYAN 
 
Aslan, bal kişand ser şert û mercên stareyan jî. Aslan, da zanîn ku di nêz de dê kampanyaya "tavilê stare" bidin destpêkirin. Aslan got: "Nexasim jî li navçeya Serayê gelek kes serî li me didin. Li navçeyên bajêr divê di bin banê rêvebiriyên xwecihî de xebat bên kirin. Divê şert û mercên stareyan bên başkirin. Kapasîteya stareyan pir kêm e. Divê mayîna li stareyan ne mehk, zêdetirî mehekê be. Divê li van stareyan hayjêhebûn û serwxtbûn bê qewîkirin. Ji bo vê perwerdehî divê. Divê zarokên 10 salî li cem dêyên xwe bimînin." 
 
SERLÊDAN 
 
Aslan, derbarê Komeleya Starê de jî agahî parve kirin. Aslan, da zanîn ku di demên dawî de serlêdanên tên kirin 5 qat zêde bûne. Aslan, bilêv kir ku tevê Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Tahdeyê (ŞONÎM) tev digerin û daxwazên jinan ên di warê stareyan de bi cih tînin. 
 
MA / Ozlem Yayan