'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'

  • jin
  • 09:01 6 Adar 2021
  • |
img

STENBOL - Jinan anî ziman ku dê li dijî tahde û newekheviyê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û gotin: "Ji bo serketinê divê em bi hev re têbikoşin." 

 
Jin, amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin û bang li hemû jinan kirin ku li dijî tahdeya mêr-dewletê têbikoşin. 
 
Çagla Çavûşoglû, destnîşan kir ku Tirkiye bûye cihekî ku mirov nikare lê bijî û jin nayên hesibandin û got: "Li hin welatên Ewropayê jinan bi têkoşînê mafên xwe bi dest xistin. Lê belê em, hê jî me mafên xwe bi dest nexistine. Ji bo vê têkoşîn divê. Ji bo em bijîn, divê em xwe biparêzin." 
 
Çavûşoglû, bal kişand ser têkoşîneke rêxistinbûyî û got: "Ez 8'ê Adareke ku jin namirin û mil bi mil têdikoşin dixwazim. Xespkirina mafan tenê ne pirsgirêka jina ye. Pirsgirêkeke kapîtalîst e û ev pergal cihêkariyê dike. Ez wisa bawer dikim divê em bi hev re, mil bi mil bitêkoşin û têkoşînê bilind bikin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Ecem Şafak jî, destnîşan kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojeke girîng e. Şafak, bilêv kir ku li Tirkiyeyê xwe ewle hîs nake û ji bo vê bal kişand ser girîngbûna têkoşînê û got: "Ji bo serketinê, divê em bi hev re bitêkoşin." 
 
NE ROJA PÎROZKIRINÊ, ROJA TÊKOŞÎNÊ YE 
 
Esra Çîmen jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mafên jinan tên binpêkirin, wekheviya jin-mêr tune ye û ji bo ev bên şikandin pêdivî bi têkoşîneke xurt heye. Çîmen got: "8'ê Adarê ne rojeke pîrozkirinê ye. Gelek kes bi wateya wê nizanin. Jin ji bo mafên xwe bi dest bixin têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. 8'ê Adarê divê bibe roja bibîranînê." 
 
TÊKOŞÎNEKE BI HEV RE 
 
Çîmen, destnîşan kir ku li dijî xespkirina mafan divê jin û mêr tev de bitêkoşin û got: "Heger li cihekî mafê hinan bê bipêkirin, ê mafê ên din jî bê xspkirin. Lewma jin û mêr divê bi hev re bitêkoşin. Ji bo mafên xwe û azadiya xwe divê em bi hev re bitêkoşin." 
 
JIN DI MALÊ DE TÊN HEPSKIRIN 
 
Sûde Sevînçer jî ji bo ku jin bihêz nebin, hepsî malê tên kirin û got: "8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo hemû kesên li cîhanê rojeke girîng e. Rojeke ku jinê temsîl dike. Li tu devera cîhanê jin û mêr ne wekhev in. Heger dilê me serketinê hebe, nexwe divê em bitêkoşin. Bêyî têkoşînê em nikarin mafekî xwe jî bi dest bixin. Bêyî têkoşînê em ê nikraibin tiştekî bi ser tiştekî bixin." 
 
HER ROJ ROJA JINA YE
 
Dûtgû Gun jî got: "Dibe ku jin li gor mêran qelstir xuya bikin. Lê têkoşîna ji bo jiyanê ya jinan zêdetir e. Lewma em têdikoşin. Ji bo min 8'ê Adarê tenê ne roja jina ye. Divê her roj roja jinan be. Berê jin pir nikaribûn biaxifin û deng derxin. Lê belê niha jin li her derî ne. Û bi vî awayî hêza xwe nîşan didin."