Jinên bi salan di konan de man, hesreta welat dikişînin

  • jin
  • 09:28 24 Çile 2018
  • |
img

EDENE - Welatiyên Şirnexî yên di salên 90'î de ji ber gundên wan hat şewitandin û koçî gundê Karagoçerê bûn, di konên de dijîn. Jinên ku hemû barê jiyanê dane ser milê xwe, bi hesreta vegera welat in.

Herêma Çukurovayê yek jî herêma ku herî zêde axa wê bibereket e, ji ber wê herî zêde kurdistaniyên ji gund û warên wan hatine koçberkirin li vê herêmê dijîn. Welatiyên ji ber zilma dewletê ji gund koçber bûn, di şert û mercên gelek zehmet de di konan de dijîn. Malbatan li ber serê qanalên avê kon veda ne, ji bo jiyana xwe bidomînn têdikoşin. Welatî di karên zeviyan de beyî ku sîgorteya wan jî hebe, ji sibehê heta êvarê dixebitin.
 
EWLEHIYA WAN A JIYANÊ TUNE
 
Ji van welatiyan hin ji wan di salên 90'î de dewleta tirk gundê wan şewitandiye û ji Şirnexê koçî gundê Karagoçerê yê navçeya Karataşê ya Edeneyê kirine. 20 sal e welatî di konên bilaylon, qamûş û texteyî de dijîn û zivistanê ji ber baranê, av bi ser wan de tê, di nava heriyê de têdikoşin. Pirsgirêkê welatiyan bi vê naqede, havînê jî di germahiyê û nava tozê de jiyan li wan dibe dojeh. Di van konan de herî kêm 10 kes bi hev re dijîn, şertên wan ên paqijiyê jî ne gelek baş e û bi enxweşiayn re rû bi rû ne. Ji ber ku sîgorte û ewlehiya jiyana wan jî tune, konê di nava du qanalên avê de vedane, bandoreke xirab li ser tenduristiya wan dike.
 
Di karbeşiya nava malê de, herî zêde jin karê malê; ciwan û zarok jî di karên zeviyan de dixebitin. Welatî havîn û zivistanê di konan de dijîn, yewmiyeya wan rojê 40 TL ye. Roja ku baran bibare, welatî nikarin li zeviyan bixebitin, sobeya di konan de danîne xwe pê germ dikin. Hin welatî wekî aktivîteyeke civakî di qenala avê de masiyan digirin û wê roja xwe wisa derbas dikin. Her çendî welatî hewl bidin di konan de xwe ji baranê biparêzin, ji ber bayê kon difirîne, careke din av bi ser wan de tê xwarê. 
 
'BAR LI SER MILÊ JINAN E'
 
Ji ber barana zêde der û dora konan bi tevahî herî ye û kortikên ku tije av bûne, bûne cihê lîstika zarokan. Jin di tenûrên ku bi heriyê çê kirine de nan dipêhêtin û mêr jî li ber sobeya ku dadin xwe germ dikin û roja xwe derbas dikin. Hemû karên rojane li ser pişta jinan e, ji sibehê heta êvarê ji bo paqijiya zarokan di nav tevgerê de ne û karê di konan de dikin. Jin wê hesreta xwe ya ji bo welat tînin ziman.
 
Xanê Gunduz a 72 salî kilaman dibêje û aşkera kir ku piştî dewleta tirk gundê wan şewitandiye ew koçber kirine û niha jî li xerîbiyê di zeviyan de dixebitin.
 
HESRETA JI BO WELAT
 
Gunduz da zanîn ku bi salan e di şertên zehmet de di konan de dijîn û ev tişt got: "Jiyana di konan de zehmet e. Zarokên me li zeviyan dixebitin. Ji bo debara rojane em çend sewalan xwedî dikin. Her du aliyê me qenal e. Dema baran dibare av zêde be em ditirsin ku av bi ser me de bê. Em dixwazin vegerin welatê xwe. Ez dixwazin biçim zozan û çiyayan. Em tenê axa welatê xwe jî bixwin besî me ye." Nurê Gunduz a li ber tendûrê nan dipêje, destnîşan kir ku 20 sal e di konan de dijîn, êdî dixwazin vegerin welatê xwe.
 
MA / Hamdullah Kesen