‘Daraz di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike'

  • jin
  • 09:02 7 Adar 2021
  • |
img
HATAY - Berdevka Platforma Jinê ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, destnîşan kir ku jin bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xistin, lê belê daraz hîn jî di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike û got: "Şert e ku hiqûq li dijî ferzkirina ehlaqê giştî li ber xwe bide." 
 
Piştî têkoşîna jinê ya li dijî zimanê cinsiyetparêz ê darazê, di sala 2005'an de hin qanûn hatibûn guherandin. Paşê jî qanûna jimare 6284 ku berdewamiya Peymana Stenbolê ye hatbû qebûlkirin. 
 
Berdevka Platforma Jinê ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, destnîşan kir ku jinan bi têkoşîna xwe di warê hiqûqê de gelek destkeftî bi dest xistine, lê belê daraz hîn jî di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike. 
 
ZIMANÊ CINSIYETPARÊZ Û DARAZ 
 
Sert, destnîşan kir ku çendî ku qanûn hatibin guherandin û jin bênvaber têdikoşin jî, daraz bi temamî ji zimanê zayendparêz xelas nebûye û ev yek li er mafên jinan astengiyek e. Sert, anî ziman ku bi ziman ehlaqê civakê û zimanê çandê sîrayetî hiqûqê dike û ev yek bandorê li biryarên hiqûqê, şîroveyên di vî warî de û bi giştî li tevahiya hiqûqê dike û got: "Yanî daraz çendî ku qanûn hebe jî, divê biryarên dijî ehlaqê nede." 
 
ÇAPEMENÎ Û ZAYENDPARÊZΠ
 
Sert, anî ziman ku gava mirov li nûçeyan mêze dike, di ser peyvine masûm re cinsiyetparêzî ji nû ve tê hilberandin û got: "Mesele tiştên wekî 'hevjînê berê, cinayeta namûsê, destgirtiyê wê yê ku wê dest jê berdabû...' Bi vî awayî ji dêvla ku tahdeya li jinê tê kirin bide der, wekî ku mêr mafdar e dide der." 
 
QANÛNÊN MÊRAN 
 
Sert, destnîşan kir ku pîvanên hiqûqê ji aliyê mêran ve tên danîn û pêkanîn. Sert, bilêv kir ku jin bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xistine, lê belê daraz di bikaranîna zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike. 
 
Sert, anî ziman ku feraseteke ehlaqî ya îdeal, jin û mêran wekî hev dihesibîne, lê belê ehlaqê gerdîşî yên civakiyî di rabirdûya patrîarkalî de asê dimîne û jinê tim kêm dihesibîne. Sert got: "Tişta girîng ev e; ehlaqa giştî nexasim newekheviya navbera sinsan û azadiyê bisînor dike û ev di darazê de xetereyê zêdetir dike. Ev yek, di warê hiqûqî de bi awayekî aşkere mafên jinan asteng dike. Lewma şert e ku hiqûq li dijî ferzkirina ehlaqê giştî li ber xwe bide. Ya na, dê ev yek newekehviya heyî ji nû ve hilberîne." 
 
MA / Hamdullah Kesen