Esnafên jin ên Mazgêrdê: Daxilî nav jiyana xebatê bibin

  • jin
  • 09:03 7 Adar 2021
  • |
img
DERSIM - Li navçeya Mazgêrdê jinên xwedîdikan, rolên li jinan hatine ferzkirin red kirine û daxilî nav jiyana xebatê bûne. Esnafên jin, bang li jinan kirin ku daxilî nav jiyana xebatê bibin. 
 
Li navçeya Mazgêrd a Dersimê 12 esnafên jin hene. Jinan rolên ku civakê li wan ferz kiriye red kirine û ferzkirina "karê mêr-karê jinê" qebûl nakin. 
 
Yek ji van jinan Turkan Yaprak e. Li navçeyê dikana wê heye. Yaprak, destnîşan kir ku divê jin li hemû qadên jiyanê hebin. Yaprak got: "Min nexwest li malê rûnêm û tenê karê malê bikim. Divê jin hemû di qada hilberînê de cih bigirin. Mixabin li welatê me, jin pir nayên hesibandin. Îja ji bo ku jin vê ferasetê têk bişikîne, divê aboriya xwe bi dest bixe. Em di warê aborî de ne muhtacî hevjînê xwe, bavê xwe û birayên xwe ne." 
 
AMÛRÊN ÎNŞEATÊ DIFIROŞE 
 
Yuksel Yildirim jî li navçeyê amûrên înşeatê difiroşe. Yildirim, destnîşan kir ku rolên ku civakê lê ferz kirine şikandine. Yildirim, bilêv kir ku hevjînê wê karê înşeatê kiriye û paşê dest bi firotina amûrên înşeatê kiriye. Yildirim got: "Em li bajarekî biçûk dijîn. Pêdiviya me bi her tiştî heye. Lewma min jî amûrên cur bi cur anîn. Min xwest karekî min hebe. Dixebitim, hildiberînim û beriya her tiştî bi xwe bawer im. Xwe bi xwe pereyên xwe qezenc dikim." 
 
Yildirim, anî ziman ku gava jinek bixwaze, dikare ji derheqê her tiştî derkeve. 
 
‘MIN FERASETA HEYÎ ŞIKAND' 
 
Yildirim, bilêv kir ku ji ber ku navçeya wan cihekî biçûk e, jin pir nayên çarşiyê û got: "Ji ber ku piraniya esnafan mêr in, jin gava tên şerm dikin. Lê piştî ku min dest b vî karî kir, gelek jinan jî dest bi karê xwe kirin. Êdî jin bi rihetî tên vira." 
 
Yildirim, destnîşan kir ku divê tu jin nehêle ku serdestiya mêr wê bieciqîne. 
 
‘EM BI HEV RE DIXEBITIN Û BI HEV RE QEZENC DIKIN' 
 
Ozlem Îlbey jî nanê sêlê çêdike. Îlbey, bilêv kir ku 3 jin bi hev re dixebitin û bi vî karî debara xwe dikin. Îlbey, anî ziman ku girîng e ku jin xwe bi xwe aboriya xwe bi dest bixe û got: "Me 2 kesan bi hev re dest pê kir. Lê niha em 4 kes dixebitin. Havînê hejmara xebatkaran zêdetir dibe. Ev der, cihekî biçûk e. Di warê civakî de tiştên tu bikî pir tune ne. Lewma me jî xwest em xwe bi xwe aboriya xwe bi dest bixin û bi vî awayî em cihê jinê yê di civakê de biguherînin. Bila jin ji malê derkevin. Bila haya wan ji hêza wan hebe." 
 
‘TENÊ NE ROJEKÊ...' 
 
Îlbey ku got "Heger aboriya jinê tune be, di civakê de jî ê ne xwedî gotin be" û got: "Gava jin bi xwe bawer bin, tiştekî ku ji derheqê dernekevin tune ye. Em jin, em ê li her derî bitêkoşin. Divê em vê têkoşînê tenê di rojekê de asê nekin. Divê em vî ruhî li hemû qadên jiyanê belav bikin." 
 
MA / Ayşe Surme