Li Wanê jin ji bo 8'ê Adarê amade ne: Ê dengê me bigihê ezman

  • jin
  • 09:03 7 Adar 2021
  • |
img

WAN - Jinan diyar kir ku amade ne ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê. Jinan, destnîşan kirin ku dê rojeva wan a sereke tecrîd be û gotin: "Ê dengê me bigihê ezmanan." 

 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, dê di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîdê azadî" li Parka Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê mîtîng bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û gelek hunermendên jin jî di nav de yê gelek kes tevli mîtîngê bibin. Mîtînga herêma Serhedê, ê saet di 11.00'an de dest pê bike. 
 
'Ê DENGÊ ME BIGIHÊ EZMANAN' 
 
Endama TJA'yê Dîlan Yildiz, diyar kir ku amadekariyên ji bo 8'ê Adarê qedandine û wê jin bi rengên xwe, bi tilîliyên xwe û bi dirûşmeyên xwe dakevin qadan. Yildiz got: "Jin, di dema pandemiyê de bi tahdeyeke mezin re rû bi rû mane. Û wê li dijî vê dakevin qadan. Ê di 8'ê Adarê de dengê jinan bigihê ezmanan. Em bi vê hêviyê 8'ê Adarê pîroz dikin. Em li bendê ne hemû jinên herêmê di 8'ê Adarê de bên Parka Mûsa Anter." 
 
ROJEVA SEREKE TECRÎD E 
 
Aynûr Sarica jî destnîşan kir ku rojeva wan a sereke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Rojeva sereke ya mîtînga me tecrîd e. Niha pergala serdest a bavkaniyê tecrîdê gihandiye heya nav malan û jinan tecrîd dike. Em jî li dijî vê xwe diparêzin. Em hemû jinên herêma Serhedê vedixwînin Parka Mûsa Anterê. Em ê li qadan mafên xwe biparêzin. Em ê li dijî tecrîê dengê xwe bilind bikin." 
 
Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, destnîşan kir ku jin bi kelecaneke mezin li benda 8'ê Adarê ne. Balkan, anî ziman ku ê jinên ku di dema pandemiyê de hepsî malê hatine kirin di mîtînga 8'ê Adarê de biqîrin û got: "Em ê xeta morê, hevserokatiyê biparêzin. Em ê di 8'ê Adarê de biqîrin û bibêjin, 'hevserokatî xeta me ya mor e.'"