Amed ji bo mîtînga 8’ê Adarê amade ye

  • jin
  • 12:34 7 Adar 2021
  • |
img

AMED - Amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya sibe li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, bi dawî bûn.

 
Bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP), wê sibe li Amedê, bi şîara “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” bê lidarxistin. Amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Qada Îstasyonê ya li navçeya Yenîşehîrê bê lidarxistin bi dawî bûn. Mîtîng wê saet 13.00’ê dest pê bike û heya saet 17.00 dewam bike. Wê jin ji sê aliyan ve bikevin qada mîtîngê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sazî û dezgehên rêxistinên civaka sîvîl wê beşdarî mîtîngê bibin. Di heman demê de wê hunermend Hatice Yaşar (Xecê) û Koma Govendê ya Sûrê derkevin ser dikê.
 
'WÊ MÎTÎNG BIBE NEFES’
 
Seroka Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê Songul Kaplanci, diyar kir ku ew ê hemû bergiriyên xwe yên di mîtîngê de bigirin û ev peyam da: “Ji bo ku jin bi awayekê herî rehet karibin roja xwe pîroz bikin, tişta ji destê me tê em ê bikin. Hemû jin dikarin beşdarî mîtîngê bibin. Em dixwazin hemû jin dilî qirkirina jinan, dakevin qadan. Divê em li dijî qetilkirinên jinan dengê xwe bilind bikinl û azadiya xwe biparêzin. Ez bang li hemû jinan dikim, werin em sibe 8’ê Adarê bi coş û heskirinê pêşwazî bikin. Em dixwazin di vê mîtîngê de, herî zêde guvend bê gerandin û stran bên gotin. Ji ber vê yekê me pir kêm cih da axaftinan. Me pêvajoyek pandemî ya pir giran û xirab derbas kir. Jin her tim hepsî malê hatin kirin. Ev mîtîng wê ji bo wan bibe nefes.”