Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • jin
  • 19:19 7 Adar 2021
  • |
img
STENBOL – Kesên ku di çalakiya 8’ê Adarê ya navçeya Kadikoyê de hatibûn binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin berdan. 
 
Duh li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê çalakiya 8’ê Adarê hatibû lidarxistin. Polisan di vê çalakiyê de 8 kesên LGBTÎ+aktîvîst û jin bi derpkirinê binçav kiribûn. Van kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, 6 jê ji wan bi qedexeya derketina derve hatin berdan û li 2 kesan jî ji bo mehekê cezayê hefsa malê hat birîn.