Coşa 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir

  • jin
  • 12:23 8 Adar 2021
  • |
img
WAN - Coşa şahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Wanê dest pê kir. Bi hezaran jin ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê bibin bi cil û bergên xwe yên neteweyî diherikin qada mîtîngê. 
 
Li Wanê coş û kelecana pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Jinên Wanî ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de tê li darxistin bibin, berê xwe dan Parka Musa Anter a li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi şîara “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" mîtingê li dar dixe. Jinên herikîn qada mîtîngê, qad bi nepoxên spî û xemrî xemilandin. Dîsa pankarta "Serhildana me ji bo azadiya me ye" vekirin. 
 
Bi sedan jinên ku ji Agirî, Qers, Îdîr û Colemêrgê hatibûn jî herikîn qada mîtîngê. Jin bi tevlêbûna Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi cilên herêmî û neteweyî dimeşin qada mîtingê. Jin bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana jinan" û "Jin, jiyan, azadî" berz dikin. Jinên ketin qadê li ber stranên Koma Deşta Gever govend girtine. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê di mîtîngê de bi axive û Hunermend Pinar Aydinlar stranan bêje.