Jinan li Botanê 8'ê Adarê pîroz kir: Em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin

  • jin
  • 13:53 8 Adar 2021
  • |
img

ŞIRNEX- Bi tevlîbûna bi dehan jinan, li navçeya Elkê ya Şirnexê 8'ê Adarê hat pîrozkirin. 

 
Li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şahiyeke pîroz kirin. Dayikên Aşitiyê, dayikên Roboskî, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û bi dehanan jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta "Em li dijî qirkirina jinê jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" hat daliqandin. Pîrozbahî bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan axivî. Aslan, bal kişand li ser girîngiya 8'ê Adarê û got ku ew ê ne tenê îro li her roj li qadan bin. 
 
Piştî Aslan re aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û ev tişt anîn ziman: “Bi salane em dibêjin ku em jin ji aliyê azadî û aşitiyê ne. Em jin ji bo parastina nirxên azadiyê hene. Em li kolan, mal, tax û gundan hatin qetilkirin. Lê me bi sekna xwe ya şoreşgerî û helwesta xwe ya têkoşerî, her cûre êrîşê têk bir. Her roj bi dehan jin ji hêla bav, bira û hevjînê xwe ve tên kuştin. Li dijî van kuştinan zimanê îktîdara AKP'ê vê zilmê meşru dike û pêşiya wê vedike. Îro çima jin tên qetilkirin? Ji ber ku jiyan bi destê jinan hatiye avakirin û afirandin. Em weke Tevgera Azad dubare dikin û dibêjin ku me têkoşîna xwe bi Rosayan û Sarayan dest pê kir û em ê bi azadiyê bixemilînin. Em ê li her derê cihê xwe bigirin. Em ê li kolanan, taxan,bajaran û gundan têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'DI ŞEXSÊ OCALAN DE JIN TÊN TECRÎTKİRİN' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Înan bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:" Li ser birêz Ocalan 22 sal in tecrîdeke giran didome. Birêz Ocalan bi fikrê xwe û felsefeye xwe pêşiya azadiya têkoşîna jinan vekir. Bi perspektîfa xwe têkoşîna jinan xurtir kir. Em jin wê vê tecrîdê bişikînin. Peyama me ya vê 8'ê Adarê ew e û em dibêjin em ê tecrîdê bişikînin û em ê birêz Ocalan azad bikin. Îro ji Botanê û heta Stenbolê jin li qadan azadiya birêz Ocalan diqîrin. Em ji Botanê ji birêz Ocalan re slavên xwe dişînin. Di şexsê birêz Ocalan de jin û civak tê tecrîdkirin. Di şexsê birêz Ocalan de êrîş li bedena jinan dikin. Em weke Tevgera jin dibêjin em ê vê tecrîdê bişkînin û azadiyê pêk bînin."
 
Piştî axaftinan li jinan qurnafîl hatin belavkirin.
 
Şahî bi girtina govendê û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî, Bijî têkoşîna jinan" bi dawî bû.