Aydenîz: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin

  • jin
  • 16:15 8 Adar 2021
  • |
img

AMED - Li Amedê bi hezaran jin bi reng û xemla xwe mitînga 8’ê Adarê pîroz kirin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên jinan ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ew ê li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê bêdeng nemînin. 

Li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li Meydana Îstasyonê bi beşdariya hezaran jin mitîng hat lidarxistin. Jin bi reng û xemla xwe beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de jinan govend gerand û coşek mezin hebû. Jinan bênavber dirûşm berz kirin. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir û ewilî koma govendê derket ser dikê û hunera xwe nîşan dan. Hunermandan stran gotin û govend hat gerandin. 
 
Di mitîngê de ewilî lis er navê Komîteya Amadekar Songul Kapanci axivî û got: “Em li vir in û li gel hev in. Em pişgirtiya hev dikin. Em li ser rêya jiyana azad bi pêş ve diçin. Em ê îro tîliliyên xwe yên azad ji vê qadê ji rojê re bişînin. Em carek din dibêjin li, dijî şeran jiyanê, li dijî koletiyê azadiyê daparêzin.” 
 
JI JINÊN CÎHANÊ PEYAMA PIŞTVANIYÊ 
 
Pişt re nameya Meşa Jinan a Cîhanê ku şandibûn mitîngê hat xwendin û peyama piştevaniyê hat dayîn. 
 
Pişt re hunermend-dengbêj Xalîde derket ser dikê û stran gotin û jinan coşand. Jinên li qadê govend dorferih kirin bênavber dirûşm berz kirin.
  
EM AZADIYÊ DIPARÊZ IN 
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê yên Amedê derketin ser dikê û jinan silav kirin. Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Em îro tevahiya jinên cîhanê silav dikin. Tevî hemû zextan jî jin li qadan in û em we pîroz dikin. Bi rojane, mehan e û bi salan e ku tu zext, êriş û komkujî nemaye li jinan nehatiye kirin. Li gel vê yekê jî em îsyana xwe qîr dikin û dengê xwe digihînin çar aliyê cîhanê. Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin. Em tevahiya jinên berxwedêr ên li zindanan silav dikin.”
 
EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN 
 
Aydenîz di berdewamiya axaftina de wiha got: “Çi dikin bila bikin, çiqas zilmê dikin bila bikin, çiqas cihêkariyê dikin bila bikin, çiqas jinan tune dihesibînin bila bihesibînin, îro jin li qadan azadiyê, aştiyê û demokrasiyê qîr dikin û bang dikin ku bila tecrîd were rakirin. Li tevahiya Kurdistan û dinyayê jin li ber xwe didin. Em li dijî faşîzmê û kedxwariyê radibin û li ber xwe didin. Tifaqa faşîst dixwaze destkeftiyên me jinan tune bike. Em ê qet û qet dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Em ê dest ji Peymana Stenbolê, temsîliyeta wekhev û hevserokatiyêbernedin. Em ê dest ji têkoşîna xwe azadiyê bernedin û xeta azadiya jinan biparêz in û têbikoşin. Em ê li her qadê jinayê û li her devera cîhanê têbikoşin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin û rê nedin neheqiyan û destkeftiyên xwe mezin bikin.” 
 
EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊDENG NEMÎNIN 
 
Di roja ku bernameya mafê mirovan eşkere dikin, radibin dayikên me extiyar Meryem Soylû û Hatûn Aslan digirin. Ji têkoşîn û berxwedana jinan ditirsin. Her roj jinan binçav dikin û digirin. Lê wê ev yek me nikaribe teslîm bigire. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji polîtîkayên şer xwe têr dikin û xwe birêve dibin. Em li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê qet û qet bêdeng nemînin. Heta ku şer biqede û tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tecrîd û binpêkirina mafê mirovan sûcê mirovahiyê ye. Bila li tavilê daxwazên girtiyên azadiyê yên 102 roj in li girtîgehan li ber xwe didin, were qebûlkirin. Wê têkoşîn û berxwedana jinan dawiya faşîzmê û zilmê bîne. Çawa ku Arîn Mîrkan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê bedena xwe kir sîper em ê jî li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin. 
 
Ji bo wan kesên ku 8’ê Adarê afirandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku jin hebin wê faşîzm nebe sazûmanî. Bila her rojên we wek 8’ê Adarê bin.”
 
Mitîng bi konsera hunermend Xecê berdewam kir. Xecê li ber stranên xwe jinan coşand û dîmenên xweşik derketin holê.