Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan

  • jin
  • 16:32 8 Adar 2021
  • |
img
ÊLIH – Li Êlihê tevî ku polîsan meşa jinan qedexe kir jî lê jinan li qedexeyê guhdar nekir û meş li dar xistin. Jinan bi dirûşm û dovîzên xwe peyama xwe ragihandin. 
 
Li Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meşa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Aktîvîstên T JA’yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca û bi sedan jin beşdarî meşê bûn. Beriya meşê jin li Parka Ataturkê kom bûn. Jinan xwest bi dest meşê kirin lê polîsan hewl da ku li ser biryara “qedexeyê” ya Walîtiyê meşê qedexe bikin. Jinan û polîsan demek nîqaş kirin. Tevî hemû astengî û hişyariya qedexeyê ya polîsan jî jin ji Parka Ataturkê bi xeml, reng, tîlîlî, çepik û dirûşm û dovîzên xwe li ser Cadeya Diyarbekirê heta ber avahiya HDP’ê ya Êlihê meşiyan û qedexe nas nekirin. 
 
Di meşê de dîmenên rengîn ên jinan derketin holê û jinan bi dirûşm û meşê hêrsa xwe li dijî biryarên qedexekirina çalakiyan, tund û kuştina li ser jinan anîn ziman û helwesta polîsan protesto kirin. Seranserî meşê welatiyên derdorê bi çepikan piştgirî dan jinan û şifêrên wesayîtan li kornayan xistin. 
 
ÛCA: EM Ê BERXWEDANA XWE MEZINTIR BIKIN 
 
Piştî meş gihîşt ber avahiya HDP’ê, parlamenter Feleknas Ûca axivî û wiha got: “8’ê Adarê li dijî zilmê û faşîmzê roja berxwedanê ye. Walîtiya Batmanê xwest meşa me qedexe bike. Lê belê em bi rûhê Sakîneyan û Rosa Luksemburgan meşiyan û me 8’ê Adarê wan pîroz kir. Carek din îqtidarê xwest meşa me qedexe bike, lê me guh neda wan û em qedexeyên wan nas nakin. Jin jiyan e. Jiyanê nekujin. Wê berxwedana me bidome û mezintir bibe. Em ji we natirsin û çong li ber we danaynin. Jin xwediyê vî bajarî ne. Em ê têkoşîna xwe her mezintir bikin.”
 
Piştî axaftina Ûca, jin bi tîliyan û çepikan belav bûn û dawî li pîrozbahiya xwe ya 8’ê Adarê anîn.